Afirandin, Dîn û Mirov
Afirandin, Dîn û Mirov
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:49 Dîtin: 766
Afirandin, Dîn û Mirov
Demoktîtos: Ji qraltiyê zêdetir, dixwazim sebebê tiştekî fêr bibim.
Hîppokrates: Heke tu ji xelkê bipirsî, dibêjin sebebê nexweşiya hedrê (epîlepsî), xwedê ye. Çinku fam nakin, ku çi ye? Lêbelê heke hemû tiştên ku fam nekin bi xwedê ve girê bidin, wê demê dawîya kar û barên xwedê naye.  
Christiaan Huygens: Dinya welatê min e û zanist jî, dînê min. 
Pascal: Gerdûn, mîna mekanekê xwe li min radipêçe û mîna piçikekê atomê, min dadiqurtîne. Lêbelê, bi saya ramana xwe a zêhnî, ez têdigihêjime gerdûnê.  
Thomas Henry Huxley: Di yên ku têne zanîn de sînorek heye, lêbelê di yên ku nayên zanîn de, sînorek tune. Aqlê mirovî, ji bo me giraveke ava dike da ku em di zerya tênegihêştinê de wenda nebin. Wezîfeya nifşên siberojê jî ew e ku hinekê din axê lê zêde bikin û girave, mestir bikin.      
Chuang Tzu: İmrê ti kesî, ji zarokeke mirî ne zêdetir e. 
Demokrîtos: Meriv divê imrê xwe bi zanîn, têgihiştin, kêf û şahînî, derbas bike. Têgihiştin û kêf kirin, heman tişt in. Jiyaneke bêkêf û şahînî, dişibe wê rêya dirêj a ku meyxane li ser tune.  
Herakleîtos: Gerdûn, heta dawiyê hevqewirandina afirandin û tunebûnê ye. Hemû tişt jî, ji şerê dijberan der diçin. 
Jinasena: Hinek ehmeq, dibêjin ku afirînereke vê dinyayê heye. Ev yek, nêrîneke çewt e û divê, were redkirin. Madem dinya ji aliyê xwedê ve hatiye afirandin, wê demê ew beriya afirandina li kû bû? Dinya ne hatiye afirandin, dem jî ne hatiye afirandin. Çinku, destpêk û dawîyeke dinyayê tune û girêdayî rê û rêgeha ye. 
John Brockman: Dîn, hunereke sîstematîk e û tenê, bi kêrî xapandina mirovan tê.
Theodosius Dobzhansky: Di jînzaniyê (bîyolojî) de qîmeta ti tiştê ku li ber şewqa tekamulê (evolution) neyê dîtin, tune.
J. Doyne Farmer: Zanist, hem sîstemeke bawerîyê a gerdûnî ye û hem jî, rêya çareserkirina pirsgirêkên rojane ye. 
Ivan Pavlov: Ji bîra nekin û bizanibin, ku zanist imrê meriv xilas dike. Du imrên we jî hebûna, dîsa têra we nedikirin. Dildarê, lêkolîn û xebatên xwe bin. 
 
Werger û Amadekarî
Ali Gurdilî