Afirîşparêzî (Creationism)
Afirîşparêzî, Xulkparêzî (Creationism)
Li gor vê bawerî û nêrîna felsefîk, hêzeke ku raserî xwezayê ye û ku hebûna wî ji berê ve hatiye qebûlkirin, ji tunehiyê gerdûnê afirandiye. Di seranserê dîrokê de, gelek navê cihêreng li wê hêza afirander kirine. Têgeha afirîşparêzî (fr: créationnisme, tr: yaratılışçılık) û têgeha panenteîzmê, ji hev cuda ne û lewma jî, ev têgeh wekî ‘xulkparêziya dînî’ jî hatiye nasîn.