Aristotales: Huner Ji Bo Çi Heye?
Aristotales: Huner Ji Bo Çi Heye?
Dema weşanê: Êlûn 26, 2019, 3:32 Dîtin: 1765
Aristotales: Huner Ji Bo Çi Heye? 
Huner ji bo çi heye? Di zemanê Arîstotalesî de hunera herî xwedîbandûr, trajedî bûye. Wê demê, Atînayî di mihricanên gel de li şanogehên mezin, li şanoyên xwîndar û tirsdar, temaşe dikirin. Aeschylus, Epirides û Sophocles, wê demê şairên targedyayê yên navdar bûn. Arîstotales, ‘kitêba, gelo meriv çawa dikare şanoyên baş binivîsîne?’ nivîsandiye: ‘Poetika’. Di kitêbê de, zanînên giranbiha hene. Mesela gotiye ku di dema tengasiya lehengan de, hay ji ‘poipetia’yê hebin û bikar bînin. Di keştiya Tîtanîk’ê de, Leonardo di Caprio û Kate Winslet’ê bi hev re ne (spehî). Lêbelê, keştî li çiyayê qeşayê dikeve (hêwilnak). Anagnoresis, demekê ronahîdar e ku leheng têdigihêje trajediya jiyana xwe. 
 
Trajedî, ji bo çi ye? Çima hewqas mirov têne cem hev û serboriyên hêwilnak yên lehengekî protogoist temaşe dikin? Ji bo têgihiştina vê rewşê, em dikarin behsa Oidipusî bikin, ku bi şaşîtî bavê xwe kuştiye û piştre jî, bi diya xwe re zewicîye. Piştî ku têdigihêje çewtiya xwe, poşman dibe, çavên xwe derdixe û xwe kor dike. Li gor nêrîna Arîstotales, ev yek ‘catharsis’ e. Catharsis, ji xirabiyan destşûştin e. Di vê rewşê de, divê em behsa pakijkirina hestên xwe bikin. Bi taybetî jî, sergêjiya li der û dora, hesta tirs û dilşewatiyê. Li vir, hinek arîşeyên xwezayî xwiya dikin: dema lazim dibe, em bi dilşewatî tevnagerin û meyla me, li ser tirsên ecêb û hêwilnak e. Trajedî, tîne bîra me ku bûyerên xirab, dikarin werin serê me jî. Zelzele yan leqîneke hêdîka jî, dikare jiyana me bi temamî serobino bike. Ji bo vê yekê jî, li hemberî mirovên ku dibine sebebê encamên xirab, divê em bi dilşewatî tevbigerin û ne bêrehm bin. Pêdivî pê heye ku ev rastiyên girîng, bi awayekî hevpar (collective) û li ser bingeheke seculer, werin fêrkirin. Li gor nêrîna feylesof, erka hunerê ew e ku rastiyên jiyanê herdem bîne bîra me û wan, di hişê me de bihêle.   

Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
24.09.2019