Mîtolojî: Astyanaks
Mîtolojî: Astyanaks
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 1:18 Dîtin: 719

Astyanaks

Kurê Hektor û Andromakheyê. Homeros, di Îlyadayê de wiha behsa wî dike (Îl. VI, 399): ‘Andromakheyê pêşwaziyê li Hektorî kir, dadik jî li dû wê dihat, di bersinga wê de bebikê berhêmbêz. Delalokê bavê xwe bû ew, roniya çava. Dişibiya stêrkan, wiha diçûrisiya. Hektor, navê Skamandrosî lê kiribû, Hinekan jî jê re digotin Astyanaksî, qralê bajêr. Ji ber ku ê ku Îlyonê bi serê xwe tenê diparast, Hektor bû.’ Dema bebik ji kumzirxa tuncî a bavê xwe ditirse û digrî, bavê wî wî hembêz dike û lavayê dike ku ew jî, mîna bavê xwe bibe yekî navdar. Piştî mirina Hektorî, Andromakhe di zêmara ku ji bo mêrê xwe dibêje de, behsa siberoja kurê xwe î sêwî û zehmetiya sêwîtiyê dike. Lêbelê piştî ku Akhayî agir berdidine Troyayê, Astyanaksê kurê Hektorî jî, ji bedenên bajêr berdidine xwarê û wî jî, dikujin (Andromakhe).

Çavkanî Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî