Barth, Karl
Barth, Karl
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:11 Dîtin: 750
Barth, Karl
Teologê (dînnas) swîsreyî ê hevdem. Di navbera salên (1886-1968) an de jiya ye, li ser teolojiya protestan tesîra wî gelek e û damezranerê, teolojiya dîyalektîk e. Barth di teolojiya protesdan de, li hemberî meylên lîberal yên ku di sedsala 18 an de dest pê kiribûn rabûye û helwesteke neyînî nîşanî wan daye. Ji ber ku dixwestin îmanê û aqil li hev bînin, temamiya feraseta dînê xwezayî red kiriye û hewlên ku dixwestin bi rêya metafizîkê, ji teolojiyê re bingeheke deynin mehkûm kiriye. Li gor bîr û baweriya Barth, di navbera îman û aqil de, pêwendiyek tune. Mîna vê yekê, di navbera îman û mijarên siyasî û kulturî de jî, pêwendiyek tune. Barth di kitêba xwe ya bi navê ‘Church Dogmatics’ (Dogmeyên Dêrê) ê de, dibêje baweriya pêşveçûnê a ku xwedêgiravî her diçe xwe bi cih dike, îluzyonek e û pêdivî, bi vegera Încîlê heye. Xwestiye ku Încîl bi awayekî rast, ji nû ve were zindîkirin û li dijî tevgerên modern yên mîna sosyalîzm, lîberalîzm, humanîzm, sekûlerî û dîrokîsîzmê derketiye û wan tevger yan îdeolojiyan, bi jirêketinê wesfandiye. Gotiye ku wezîfeya dêrê, xîzmetkariya Gotineke rizgarker û xizmeta, pêkanîna pergaleke dadwer e. Ji bo vê yekê jî, divê dêr destê xwe ji karbidestiyê bişo û ji desthilatdariyê jî, dûr bibe.   
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî