Batinîparêzî (Esoterism)
Batinîparêzî (Esoterism)
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:07 Dîtin: 670
Batinîparêzî (Esoterism) 
Navê helwest û ekoleke dînî ye, ku dibêje di dînê îslamê de ligel wateya xwe ya zahirî (xwiyakirî, der), hemû tişt xwediyê wateyekê batinî (derûnî, kûr, nexwiya) ne. Li gor vê ferasetê, heke meriv bi naveroka Qur’anê û bi wateya tevahiya tiştên qedexekirî bizanibe, wê demê pêdivî bi zahirîya wan namîne. Li gor vê ferasetê, destpêka gerdûn û hebûnê, tune. Wate, gerdûn û hebûnatî, bêdestpêk in. Batinîparêz wiha diparêzin ku gerdûn, ji valahiyê derneketiye û made jî, bêdestpêk e. Baweriya xwe bi pêxember û pêşrewan (îmam) tînin, lêbelê axretê înkar dikin û kirasguherînê (tenasûh, ruh göçü) diparêzin. Li gor vê ekolê xwiyakirina der, bi tenê qalikê (qaşil) heqîqetê ye, batin yan jî wateya veşartî jî, gewher (naverok, cewher) e û divê meriv, bikaribe têbigihêje wesf û wateyên veşartî yên hemû dînan. Rêya vê yekê jî, ne tefsîra dogme û baweriyên bingehîn yên dînî ye, te’vil e û nifteya te’vilê jî, têgihiştina wateya razdar (veşartî) a peyva ye. Bi vî hawî Batinîparêzan, Qur’anê li gor dilê xwe rave kirine û ji bo eşkerekirina wateyên veşartî yên ayetên Qur’anê, berê xwe dane rêya te’vilê. Girêdayî vê xalê, ji rave yan şiroveya ku dixwaze xwe bigihîne wateya veşartî a metnekê dînî re jî, tefsîra batinî tê gotin.   
 
Çavkanî
Ferhenga Felsefeyê - Ali Gurdilî