Çanda Adaptekar û Çanda Madî
Çanda Adaptekar û Çanda Madî
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 1:54 Dîtin: 721

Çanda Adaptekar û Çanda Madî (Adaptive and Material Culture)

Gordon Marshall, çandê (kultur, culture) mîna ‘çanda adaptekar’ û ‘çanda madî’ kiriye du beş û gotiye ku ev herdu cure çand, bi hevre têkildar in û di têkiliyê de ne. Li gor baweriya Gordon Marshall, têgiha çanda adaptekar bi pirranî li derûdora mirovnasiya (antropoloji, anthropology) çandî ya Amerîkayê tê bikaranîn û ji bo qada fikr, bawerî, nirx û kevneşopiyan tê gotin. Li hemberî ‘çanda adaptekar’ jî, ‘çanda madî’ cih digre ku ew jî tiştên mîna avahî, makîne, erebe, malên dêrzwerî (tüketim malları, consumer goods) û hwd. in. Di çanda adaptekar de civakîbûniya endamên civakê û ferkirina çanda civakî, bi asta têgihînê (fikr, bawerî, nirx, kevneşopî, irf û adet) re bi piştevaniya çanda madî, pêk tê. tr: adapte edici ve maddi kültür

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê - Ali Gurdilî