Çar Berhemên Newaf Mîro
Çar Berhemên Newaf Mîro
Dema weşanê: Adar 18, 2019, 11:30 Dîtin: 932
Çar Berhemên Newaf Mîro 
Rastî meyla min bêtir li ser kitêbên felsefî û zanistî ye. Lê helbet bê edebiyat jî nabe. Çi dema ku ez wextekê vala bidest dixim, bere xwe didim berhemên kurdî. Niha min, dest bi xwendina çar kitêbên kek Newaf Miro kiriye. Desta yekem, min 'Bend' qedand. 'Bend' behsa koçberî, feqîrî, êş, biyanîbûn û asîmilebûna malbat û bi taybetî jî zarokekî kurd ê êzdî dike, ku ji bêgaviyê çûye Almanyayê. Xwedê bibêje erê, ez ê yên din jî bixwînim. Berhemên Nivîskar Newaf Mîro bi zimanekî zelal û herikbar hatine nivîsandin û xwe didin xwendin. Bi hêviya ku zêdetir bigihêjine ber deste xwendevanên xwe û bêtir werin xwendin. Li zimanê kurdî pîroz bin û spasiyeke taybet bo kek Newaf. 
 
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
24.01.2014