Çavkaniya Dogmeya Sêmendiya Pîroz a Filehtiyê
Çavkaniya Dogmeya Sêmendiya Pîroz a Filehtiyê
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 12:52 Dîtin: 803

Çavkaniya Dogmeya Sêmendiya Pîroz a Filehtiyê

Çavkaniya Sêmendiya Pîroz (Kutsal Üçleme) a Filehtiyê, (Bav, Kur û Rihê Pîroz) ramanên Numeniosî ê yewnanî ye, ku endamekî pythagorasparêziya nû bû. Numeniosî gotiye ku sê xwedan hene: Xwedayê yekem, xwedayê prensîbê yekem ê hebûnê ye (protos theos). Xwedayê yekêm, hemin xwedayê çalakiya ramanê a xwerû ye jî (nous) û bi tu hawî dest nedaye çêbûna dinyayê yan jî, roleka wî di çêbûna dinyayê de tune. Li vir wiha xwiya dike ku Numeniosî, îdeaya başiyê a Platon û xwedayê ku Arîsto wî tesewir kiriye, kiriye yek. Xwedayê duyem, Demiurgos e ku di kitêba xwe ya Timaeosê de, Platon behsa wî dike. Demiurgos para xwe ji xwedayê yekem girtiye û bi vî hawî, bûye xweda û şekil daye madeya ezelî a bêform (geneseos arkhe). Li gor nêrîna Numeniosî xwedayê sêyem jî, ew dinya a ku ji aliyê Demiurgos ve hatiye afirandin, e. Navê vê teorîya Numeniosî, Rêzepergala Xwedayî (doctrine of divine hierarchy) ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.04.2018