Cudahiya Cewher û Heyînê
Cudahiya Cewher û Heyînê
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 2:06 Dîtin: 802

Di Felsefeyê de Pirsgirêka Cudahiya Cewher û Heyînê

Cudahiya cewher û heyînê, ew cudahî ye ku cara yekem ji aliyê Thomasê Aquinoyî ve hatiye berfirehkirin û ji wê demê ve, ji bo felsefeyê girîngiya xwe parastiye. Cewhera tiştekê, çawaniya wî tiştî ye û ev mesele, ji meseleya hebûn yan tunebûna wî tiştî jî cuda ye. Meriv dikare bi mînakeke vê yekê wiha şirove bike: Zarokek ji we pirsa nasandina hespekê yekqiloçî bike, bêguman hûnê jêre behsa hespekî nazenîn ku di serê wî de qiloçekî wî heye û axlebî spî ye bikin. Heman zarok, pirsên xwe bidomîne û vê carê jî, hebûn yan tunebûna hespên yekqiloçî bike, helbet hûn ê jêre bibêjin ku ew tune nin. Di vê mînakê de pirsa yekem bi cewherê re têkildar e û ya duyem jî, bi heyînê re têkildar e. Heman zarok dikare ji we pirsa şêrekê jî bike. Hûn dikarin şêrê ku zarok pirsa wê ji we dike baş binasînin, lêbelê bi vê danasîna we zarok dê nizanibe ka şêr hene yanê na? Lewma jî, dîsa dê pirsa hebûn yan tunebûna şêran ji we bike. Yanî, meriv dikare bibêje ku ev pirs herdem pirseke cuda bûye. Aquînasî dema teoriya Anselmûsî ya derbarê Xwedê de red kiriye ku hinek delîlên ontolojîk diguncîne, pişta xwe daye vê cudahiyê. Pênaseya (danasîna) Anselmusî cewhera Xwedê pênase dike, lêbelê pênaseyên derbarê cewherê de gelekî baş werin dayîn jî hebûnê garantî nakin. Aquînasî bi nêrîneke cuda, li bersiva pirsa ‘wateya hebûna tiştekê çi ye?’ digere. Heke tiştek bi tenê cewher be, nexwe ew wekî hêzê heye, ne wekî fiîlê. Heke Xwedê dinyayê li gor daxwaza dilê xwe afirandibe, divê cewhera dinyayê beriya hebûna wê be. Belam, ne pêkan e ku cewhera Xwedê di pêşiya hebûna wî de hebe. Lewma jî pêwîst e, ku Xwedê seranser hebûnatî be. Pirsa pêşikiya cewher yan hebûnê, pirseke gelek kevn e û gelek feylesofan serê xwe pê êşandine. Di vê pirsê de jî tê dîtin ku her yek li milekî, ramanên Platon û Arîstotales du çavkaniyên sereke ne. Ramana ku dibêje cewher herdem di pêşiya hebûnê de tê, xwe dispêrê teoriya Lewnên Îdeal ya Platon. Ramana din ya ku wekî dijberê vê ramanê tê dîtin jî, xwe dispêre ramanên Arîstotales. Ramanên ku ji aliyê Aquînasî ve hatine parastin, ji aliyê Duns Scotusî (1266-1308) ve hatine rexnekirin. Duns Scotus delîl, rave û şiroveyên xwe bi awayekî hûrgilî û bi kitekit nivîsandiye û ji ber vê çendê jî, kesên ku berhemên wî dixwînin ji ber vê helwesta wî, şaş û ecebmayî dibin. Scotus, tu carî dest ji cudahiya aqil û baweriyê bernedaye û vê yekê parastiye. Mesela baweriya xwe bi abadiniya rih dianî, lêbelê digo ‘delîlekî’ ku bikaribe vê yekê bipeyîtîne tune. Lewma jî Charles Sanders Peirce’yê feylesofê amerikayî dema behsa Duns Scotus dike, dibêje ku ew metafizîknasekî gelek mezin e. Ramanên Duns Scotus, ji aliyê Williamê Okhamî (1285-1347) ve, hatine bikaranîn û berfirehkirin. Okhamî gotiye ku bêgavîtî bi tenê di mantiqê de heye, lêbelê di bandêra (nîzama) xwezayî ya tiştan de tune. Heta bêrêkûpêkiya ku di xwezayê de heye jî, ta radeyekî erênî ye. Yanî ne bêgav in ku çêbin û dikarin bibin tiştekê din jî. Ev yek tê wê maneyê ku bi peyîtandin û delîlên mantiqî, em nikarin xwe bigihînin zanyiya dinyayê. Beravajiya vê yekê, divê em bala xwe bidin tiştan û çêbûna wan. Ji bo bidesxistina zanayiya ewledar û derbasdar ya dinyayê, pêdiviya me bi çavdêrî û ezmûnê (helbet piştî bidestxistina daneyan jî, pêdiviya bi deranên aqlî) heye. Bi vê helwesta Okhamî re meriv dikare bibêje ku rêya zanayiyeke nû, rêya zanayiya ‘zanistî’ hatiye vekirin.

Çavkanî

Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî