Di Felsefeya I. Kant de Ramana ‘Xwedayê Kategorîk’
Di Felsefeya I. Kant de Ramana ‘Xwedayê Kategorîk’
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 10:57 Dîtin: 755

Di Felsefeya I. Kant de Ramana ‘Xwedayê Kategorîk’

Immanuel Kant, aqlê mirovî wekî navenda ronahidarîyê nirxandiye û li wir, bi cih kiriye. Bi vê dîtina xwe re, bûye sebebê hilweşandina kevneşopiya Platon û Arîstotales a 2000 salan. Wekî tê zanîn, dînê xiristiyanîyê û misilmanî, xwedî li ramana xwedê a felsefeyî ku cara ewilî Platon û Arîstotales pêşkêş kiribûn, derketine û bi vî hawî, xwestine ku felsefeyê deforme bikin. Armanc jî ew bûye ku dixwestin felsefe bila di destê dîn de be û dema pêdivî pê hebe, wekî alaveke were bikaranîn. Ramana xwedê a ku Platon û Arîstotales raber kiribûn, ne ramaneke xwedayê afirîner bû, wekî hêzeke xwezayî yan sebebeke pêşîn bû, ku dê biketa (dê wiha bihatana dîtin) şûna xwedayên mîtolojîk. Ev pêşdîtin, mîna spartekek ramanî hatibû hilberandin.

Dêra Xiristiyaniyê, wê têgeha xwedê a ku di metnên Platon û Arîstotales de derbûn dibûn bikar anî û got ku mebesta wan, destnîşankirina xwedayê pîroz ê afirîner e ku di dînê xiristiyanî de hatiye nasandin. Û bi vê yekê jî, metnên xwe yên dînî mîna delîlên felsefeyî û zanistî, raber kirin. Piştî vê yekê, hewla felsefeyê a ku dixwest ji ehlaq û dilpakiyê (erdem) re bingehekî felsefeyî peyda bike, veguheriya lêgerîna peydakirina bingeheke nû a ji bo dînê Serdema Navîn. Helbet ev yek jî bûye sebebê têgihiştineke nû a dînî, ku li gor vê têgihiştinê mirov bi fermana xwedê dibûn mirovên ehlaqdar û dilpak. Li gor nêrîna Kant, ev ne ehlaqeke xwebexş yan dilxwaz bû û bingeh û sparteka vê ehlaqê, bi tenê tirs û xof bû. Bêguman, ev yek jî dibû sebebê ehlaqeke qelp (sexte) û rûpoşa, mirovên sextekar. Di dewsa vê yekê de, Kant hewl da ku di dewsa dayîna xwedê de, bikaribe ji eqlê ‘mirovî’ re fonksiyoneke zêhnî peyda bike, ku xwe dispêre matematika di zêhna mirovî.

Ji ber vê yekê jî, go ku ramana xwedê bi awayekî kategorîk û mîna pêkareke zêhnî, di zêhna mirovî de heye. Wate, zêhna mirovî bi awyekî sîstematîk ramanan hildiberîne û girêdayî wê sîstemê, xwe dispêre têkiliya sebeb û encamê û ramana xwedê, xwe bi xwe hildiberîne. Nexwe, ne ji ber ku xwedê bi rastî jî heye. Lewre Kant herdem gotiye, meriv nikare hebûn yan tunebûna xwedê bipeyîtine û hewl daye xwe, ku bikaribe vê yekê bi pêşniyariyên matematîkî bipeyîtîne. Bi vî hawî jî, xwestiye ku ji bo erdemdarî û ehlaqdariya mirovî, bingeheke zanistî û felsefeyî, pêk bîne. Meriv dikare bibêje ku ev hewla Kant, yek ji wan sebebê hebûna felsefeyê û armanca wê a herî mezin e, ku ji berhema Platon a ‘Dewlet’ê dest pê kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.10.2018

Çavkanî: Fragmanên Felsefî- Ali Gurdilî