Di Mîtolojiya Yewnanî de Mîtosa Çêbûna Gerdûnê
Di Mîtolojiya Yewnanî de Mîtosa Çêbûna Gerdûnê
Dema weşanê: Adar 11, 2019, 1:14 Dîtin: 912
Di Mîtolojiya Yewnanî de Mîtosa Çêbûna Gerdûnê
Di dîroka ramanê de şiroveyên mîtolojîk, nêzîkî ramanên felsefîk têne hesibandin û ji hêla şirovekirinên xwe ve jî, rola helbestkarê Hesîodos girîng tê dîtin. Hesîodos, Beriya Zayînê di sedsala VIII an de jiya ye û cotkarekî ji Boîtîayê ye. Herçuqas bi awayekî misoger neyê zanîn ku ew ji kû derê ye jî; tê zanîn ku wî li Khalkîsê, di pêşbirka helbestkaran de kar kiriye. Hesîodos hewl daye da ku di têgihiştineke mîtolojîk de, bi rêbazekê aqilane zayîna xweda û çêbûna gerdûnê şirove bike. Lewma jî, di çanda yewnanî de xwediyê roleke girîng e. Li gor baweriya Hesîedosî, di destpêkê de bi tenê kaos (sehm, khaos) hebûye. Ango, valahiya ku vedizêle. Tevlîheviyekê bêdawi ye kaos. Ji kaosê Nyks (şev) û Erebos (valahiya di bin erdê de a ku mirî lê ne) derketine. Nyks, keça Khaos e û Erebos jî, kurê wê ye. Ji Nyks û Erebos jî, Eros çêbûye. Bi çêbûna Eros re, delalî û rêkûpêkî, ketiye dewsa tevlîheviya kaosê. Eros jî, Eter (ronahî) û Aîtherosê (Roj) pêkaniye. Di vê navberê de jî Gaîaya (erd/axa) bingeha hemu tiştan, derketiye holê. Gaîayê jî, Uranosê (esmana bi stêrk) çêkiriye. Piştre Gaîa û Uranosî, gelek heyînên weke Okeanos, Kyklops û Tîtanan çêkirine. Kronos û Rea ku arokên Gaîa û Uranosî ne, dê û bavê xwedayê Zeusî ne. Kyklops dêwên çav li nav ser in. Piştî çiyayan, Tîtan hatine. Tîtan jî, xwediyê hêzeka raser in û ji wan jî, xwedayan çêkirine.  
 
Çavkanî
 
 
 
Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî