Diltengî, di Felsefeya Hebûnparêz de
Metirsî, Sayîş û Diltengî, di Felsefeya Hebûnparêz de
Li gor nêrîna felsefeya hebûnparêz (egzistansiyalîzm), dema meriv têdigihêjê hîçayîya (tuneyî) xwe a ku jê hatiye û rewşa siberoja xwe ya nexuya, wê demê fam dike ku hebûnatiya meriv, di navbera hebûn û tunebûnê de li hewayê ye. Ev yek jî, tewşikiya jiyanê nîşanê me dide û dibe, sebebê bêhêvîtî û diltengiyeke bêpayan. Li hemberî bêdawîtiya gerdûnê, sebebê rewşa me a bêhêvî, ku jêdera wê jî jiyana me ya dawîdar (bidawî) e, diltengiya me ya ji ber bijartin, berpirsiyarî û dudiliyê ye. Li gor nêrîna felsefeya hebûnparêz, bi saya torbenda berhêneriya (hilberandin, production) mekanîk û bi belavbûna kultura girseyî (mass culture), civak bêtir ber bi wekheviyê ve diçe, lêbelê bêdengiya şexsan jî zêdetir dibe û şexs, azadiya xwe wenda dikin. Meriv encax bi xwebûnê û bi lixwevegerînê dikare xwe ji wê pergal û demajoya bêkesayet û bêdeng rizgar bike. Ji bo vê yekê jî divê di dilê meriv de tirs, sayîş, metirsî û waswas hebe û ku li gor felsefeya hebûnparêz, ew li cem mirovan ji xwe hene. Lewre mirov, di gerdûna bêdawî de bi serê xwe ne û wekî ku xweda, wan bi tenê hiştiye dijîn. Lêbelê di jiyana civakî de, di nav kultura girseyî de çuqasî bixwazin xwe ewle bikin, xwe ewle bibînin, hewqas ji tirs û metirsiya xwe, didewsînin û piştguh dikin. Di vê xalê de a girîng ew e ku ji bo xwebûn û lixwevegerînê, divê mirov angstê (sayîş, metirsî, tirs, jan) hîs bikin.
Ali Gurdilî
04.04.2018