Dîn, Huner û Zanist - Albert Einstein
Dîn, Huner û Zanist - Albert Einstein
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:35 Dîtin: 797
Dîn, Huner û Zanist - Albert Einstein
Tiştê herî xweşik a ku hûn dikarin wê bibihîsîn, aliyê razdar a jiyanê ye. Di çavkaniya huner û zanista rastîn de, ev hesta bingehîn heye. Kesê ku pê nizabibe, li hemberî dinyayê heyîrî nebe û nebe heyranê wê, mîna meriveke kor yan jî mirî ye. Tirs û şaşwaziya li hemberî razên jiyanê, xwe bi tirsê re kiriye yek û dînên cîhanê, afirandine. Heke meriv bizanibe ku hêza mirovî têra gihêjtina her tiştî nake û têgihiştina vexuyanên kûrahîya aqil û wê spehîtiya birqok, zanînî û dîndarî bi xwe ye. Di vê xalê de û bi tenê girêdayî vê mijarê, ez jî mîna mirovên dîndar difikirim. Ez xwedayek î ku ebdên xwe ceza yan xelat dike û radibe mîna mirovan tevdigere, fam nakim û nakeve serê min. Nikarim piştî mirina bedenî, li ser vejîna mirovekê jî bifikirim. Mirovên zeîf û tirsonek, bi awayekî ezezî û qirdikî, bila ramanên wiha xweyî bikin. Ew hewl û keda ku dixwaze têbigihêje raza gerdûn, jiyan û aqlê ku di xwezayê de xwe nîşan dide, besî min e.            
 
Werger: Ali Gurdilî
16.05.2018