Eşq, Zarok û Zanist
Eşq, Zarok û Zanist
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:29 Dîtin: 705
Eşq, Zarok û Zanist 
Ez dixwazim, ku mîna xwe bim, li pişt perdeya jixweçûyînê. Îro, ez ê temamiya wextê xwe bidim kulîlkan. Ez ê jan, eşq û dilşewatiyê, biresmînim û ez ê bi ehmeqiya hinekan, xweş bikenim. Hemû kes, dê ji bo min bibêjin belangazê dîn bûye.’ (Ez ê bi xwe bikenim.) Ez ê dinyayek wiha ava bikim, ku heta ez sax bim dê bi hemû dinyayên din re, aşt be. Her roj, her kêlî, her saet yan jî deqîqe dê hem a min û hem jî, dê a hemû kesî be. Şoreş, ahenga reng û lewnê ye û hemû pêkhateyên ku hene, li gor rêbazaeke tevdigerin. Ev rêbaz jî, jiyan e. Kes nikare, ji keseke din cuda bibe. Kesek ji bo xwe, li ber xwe nade. Her tişt, her tişt e û yek e. Şayîş û jan, zewq û mirin, demajoyên hebûnatiya me ne. Têkoşîna şoreşgerî, derîyek e ku di wê demajoyê de, meriv digihêjîne aqil. Eşq. Zarok. Zanist. Di dema jiyînê de daxwaza berxwedanê, şadiya xweş. Spasdarîya bêdawî. Çavên di destan de û desttêdanên di awiran de. Pakijî û nermahiya mêweyê. Hestîyê marîpiştê ê qerase, ku bingeha anatomiya meriv e. Em ê bibînim, em ê fer bibin. Herdem, tiştên nû hene. Û girêdaniyeke wan, bi yên kevin re hene, ku hêjî dijîn. Li cem min jî Diego, eşqê min î hezar salê.
 
Frida Kahlo
Werger: Ali Gurdilî
17.05.2018