Etîka Zanistî - David B. Resnik
Etîka Zanistî - David B. Resnik
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:09 Dîtin: 769
Etîka Zanistî - David B. Resnik
Gelek nivîskarên ku li ser mijarên dîroka zanistê vedikolin, dibêjin ku zanist (science) ne hewl û keda, xwegihandina zanînîya barnas (objektive, objektîf, neterefgîr, alînegir) e. Li gor nêrîna wan zaninî (bilgi, knowledge, zanayî), li gor nêrîneke dinyayê a kifş, li gor hin ferzweriyan (varsayım, assumption) û li gor hin berjewendiyên civakî û siyasî, diguhere û lewma jî, guhêrbar e. Dema civakek derbarê standardan de li hev tê, lêbelê ferdên wê civakê nikarin li gor wan standardan bijîn yan di wî warî de bi ser nakevin, wê demê helwest û bedkariyên ne li gor etîkê rû didin. Pirsgirêkên etîkî nîşan didin ku civak, derbarê standardan de bi temamî li hev nehatiye û di rewşeke, wiha de ye. Zanistmend, baş dizanin, ku dizî û qopîkirina ramanan û sextekariya di dema lêkolînê de, li dijî etîka zanistî ye û pêdiviya wan pê tune ku rabin bikevin nîqaş û gengeşeyên felsefî û ehlaqî. Bi vî hawî, zanist xwe ji nexuyatî û arîşeyên etîkî ku dor li qadên din yên hebûnatiya mirovî girtine, diparêze û dibe mabedeke alînegir. Deriyê zanistê, ji mijarên etîkê re û ji ramanên dijber re, vekirî ye. Lewre zanist, çalakiyeke lihevkirîparêz e û gelek aliyên wê yên sosyopolîtîk hene. Wiha tê fikirîn ku zanistmend jî, xwediyê wesfên rexneyî ne û gelekî baldar in. Lêbelê ew jî mîna mirovên din, bi tenê tiştên ku bi dilê wan e, dibînin. Zanistmendeke ku xwe dixapîne, bi hêsanî dikare bawer bike ku hîpotezeke (hypothesis) toklînê (deney, experiment) peytandiye. Di dilê hemû toklînên derbarê mirovî de, rageşiyeke ku nakokiya di navbera hêmana parastina şexsan û hêmana bidestxistina encamên baş yên bo civakê de heye, dihewîne.   
 
Ji bo derxistina holê ya rastiyê, rêya herî baş îronî ye. Têkiliya şagirt û mamosteyan bi sûdwergirtina herdu aliyan, dibe têkiliyeke hevkar. Gelek caran ev hevkarî ji bo wan û zanistê, sûdmend e, lêbelê carinan jî dibe sebebê hinek arîşeyên etîkî. Arîşeya sereke a ku destê ewil tê bîra meriv, jê xwarina keda şagirta ye ku mamsoteyên wan keda wan dixwin. Xwerina keda şagirtan, dikare bi çend awayan pêk were. Zanistmend carinan ji bo keda şagirtan, para wan a şanaziyê nadine wan. Carinan jî, zanistmend gunehê çewtiyên xwe yên dema lekolînê, dixin stûyê şagirtan. Carinan jî, şagirdek bêgav dimîne û berpirsiyariya lêkolîneke hîledar digre ser xwe. Hinek caran jî hinek mamoste dixwazin ku şagirtên xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî yan jî cinsî, bikar bînin. Carinan jî mamoste dixwazin ku şagirtên wan, hemû wextê xwe di ber lêkolîna wan de derbas bikin. Ev yek jî wiha dike ku ji bo lêkolînên xwe, wextê şagirtan namîne. Tê zanîn ku gelek şagirtên lîsansa bilind, derbarê şart û mercên kar û xebatên xwe de, gilî û gazinan kirine.  
 
Lewnên hîlekariya di zanistê de, gelek caran  di dema analîz û hilberandina zanîniyan (bilgi, zanayî, knowledge) de xwiya dikin. Enformasyona çewt bi rêya belavkirina zanîniyên bêbingeh pêk tê, ku zanistmend bi xwe vê yekê dikin. Carinan jî enformasyonê, yan jî encaman diguherînin. Tehrîfat û xerakirin, gelek caran di encama guherandina encaman û bi rêya, terefgiriya zanistmendan pêk tê. Tehrîfata ku herî baş tê zanîn jêbirina enformasyonê, belavkirina encamên çewt û şêlîkirina encama ye. Jêbirin, ji aliyê zanistmendan ve veşartina encamên ku piştgiriya hîpoteza (hypothesis) wan nake ye. Bandûra çavdêr û xwesteka çavdêriya pêhatiyeke, dema kesek destûra çavdêrîkirina tiştekê ku ne li wir e dide, derdikeve holê. Mînakeke beloq a lêkolîna alîgir, di salên 1800an de, kevneşopiya pîvana kiloxê ye: Kranyologan wiha bawer dikirin ku şekl û ebada kiloxê mirovan, wesfên kesayetîyê û zêhna mirovan, destnîşan dike. Lewma jî, digotin kesên ku kiloxê wan dişibe ê meymûnan yan jî kiloxê wan biçûk e, zêhna wan ne zêde ye, yan jî zêhna wan kêm e. Ev ê texmîna çewt, temamiya kevneşopiya kranyolojiyê (carinology) pûç kiriye. Rêya veşartina herî baş a enformasyoneke, tunekirina wê ye.  
 
Li gor têkilî û bandûra zanist-çapemeniyê, meriv dikare behsa çend rêbazên pêşkêşkirina zanîniyan bike: 1- Bavkanitiya Hêzdar: Zanînî, ji bo sûda xelkê tê bikaranîn û bi vê yekê, rê li ber zerer û ziyanê tê girtin. 2- Bavkanitiya Jar: Zanînî, bi tenê ji bo sûda xelkê tê bikaranîn. 3- Azadî: Ji bo ku ferdên rasyonel bikaribin biryarên xwe bigrin, beyî destlêdanêkê pêşkêşkirina zanîniyan. Li gor teoriya patalojiya psîkolojîk, zanistmendên ku li gor etîkê tevnagerin û tiştinên der etîkî dikin, arîşeyên wan yên psîkolojîk hene. Lewre mirovên zanyar yan jî zanistmend, baş dizanin ku nikarin xwe ji dîzîya fikran, sextekarî û bedkarîyên (siustîmal) etîkî, xilas bikin. Zanyarên ku wiha difikirin, bêguman dîn yan jî ehmeq in. Di warê zanistî de, sûc veşartî namînin. Lewre rêgehnasiya (methodology) zanistê, sîstema şêwirmendiya zanistê û xwezaya lêkolînên civakî û zanistî, zanistmendên ku dizîya fikran û sextekariyê dikin, dide dest. Heke karê xapandinê ji ê rastgotiyê zêdetir be, wê demê em ê çima rastgo bin? 
 
Werger: Ali Gurdilî
21.05.2018