Felsefe û Civak
Felsefe û Civak
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 11:07 Dîtin: 1002
Felsefe û Civak
Felsefe, divê di nav gel de bijî û bikaribe, xwe pratîze bike. Di civakê de, divê mijarên felsefî bi hêsanî bikaribin werin xeberdan û minaqeşekirin. Xala destpêkê, ya felsefeyê ev e û ev yek; girîng e. Di civaka tirkan de, sebebê kêmasiya (tunebûna) fikr û xebatên felsefî yên resen jî, dîsa ev yek e. Felsefe divê ne tenê li zaningehan, divê li her derê û ne tenê bi destê akademîsyenan, divê bi destê her mirovî bikaribe were kirin û afirandin. Lewma Sokrates di nava gelê xwe de digeriya û fikrên xwe, bi wan re parve dikir û dikete guftegoyê. Ez dizanim ku ne karekî hêsan e, lê ne hêsan be jî; ez dîsa dizanim ku pêdiviya me weke nan û avê, bi vê yekê heye.

Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî