Felsefe, Zanist û Din
Felsefe, Zanist û Din
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:37 Dîtin: 685
Felsefe, Zanist û Din
Rene Maublanc / Marcel Cachin
Marcel Cachin: Vîctor Hugo di 15ê rêbendana sala 1980an de, li meclîsa rêbazdanînê (yasama), di rapeyva xwe ya navdar de wiha bang li rêvebirên dîn dikir: Ma qey hûn nizanin ku çi we aciz dike? Hûn ji aqlê mirovî, aciz in. Lewre, ew rûpoşên we dadixîne jêr.   
 
Marcel Cachin: Bi navê heqîqeta mitleq, tiştek tune. Heke heqîqetek hebe, ew jî gormirovtî ye. Lewre, her tişt îzafî ye.   
 
Rene Maublanc: Mirov, du beş in: li milekî, mirovên ku baweriya wan bi zêhna mirovî heye û ji bo ravekirina dinyayê, zêhna mirovî ewledar dibînin, hene. Li milê din jî, mirovên ku ji baweriyê ewle ne û dixwazin ku dinyayê, bi raveyên dermirovî bidin zanîn hene, ku meriv dikare bibêje mirovên dîndar û razdar in. Mirovên di beşa yekem de, madeparêz û xwedênenas in. Mirovên di beşa duyem de jî, aligirên îdealîzmê ne ku bi gelek navên cihê têne zanîn.  
 
Marcel Cachin: Napolyon, rojekê gazî Laplaceyî dike û ji ber xebatên wî yên li ser mekanîka esmên, wî pîroz dike. Di dema hevdîtinê de Napolyon ji Laplaceyî re dibêje, di kitêba xwe de te çima behsa xwedê nekiriye. Laplace jî wiha bersiva wî dide: Ji ber ku pêdiviya min, qet bi ferzweriyeke (varsayım, assumption) wiha çênebû.  
 
Lenîn: Li ser rûyê dinyayê beriya mirov yan jî heyîneke din ê jîndar, dinya hebû. Madeya organîk, berhema tekamuleke (evolution, evrim) demdirêj e û piştî demeke gelek dirêj, derketiye holê. Hêmana yekem û bingehîn, made ye. Raman, hiş û hemhestyarî jî, di encama pêşketineke demdirêj de xwe dane der.    
 
Rene Maublanc: Gelo dinya ji aliyê xwedê ve hatiye afirandin, yan jî ew her hebû? Feylesof, li gor bersiva vê pirsê dibin du beş: Feylesofên îdealîst ku li hemberî xwezayê pêşikiyê didin rih, ku dibêjin dinya ji aliyê xwedê ve hatiye afirandin û feylesofên ku xwezayê mîna hêmana pêşîn û bingehîn dibînin, ku ew jî feylesofên madeparêz in.  
 
Werger: Ali Gurdilî
16.05.2018