Gautama Buddha
Gautama Buddha
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:05 Dîtin: 670
Gautama Buddha, di waaza xwe ya yekemîn de wiha dibêje: 'Dest ji wan pirsên vala û beradayî, yên ku di derheqê destpêk û dawiyê de ne, berdin. Ev pirs, pirsên bêçareser in. Wê ez ê 'Dharmayê' fêrî we bikim. (Dharma: zagon, bûyer, nesne) Ji ber ku ev heye, ew (ê din) çêdibe. Ji çêbûna wê, ev dertê holê. Heke ew tunebe, ev çênabe. Bi xilasbûna (dawîbûna) wê re, ev jî xilas dibe. Yên Dharmayê dipejirîne, zagona zayîna girêdayî jî dipejirîne.' Zayîna girêdayî, hilika felsefeya Budîst e. Tu tişt, bi serê xwe nabe hebûn û tu tişt, ne teqez e. Her tişt bi tiştekî din ve girêdayî ye. Ger sedem ji holê rabe, wê encam jî ji holê rabe. Her tişt, îzafî ye. Sedem û encam, li hemberî hevdu peywendîdar in. Yek, ji yê din dizê. Buddha, di axaftinên xwe yên din de jî, Dharmayê berfirehtir dike û bi alikariya zagonên guherînê, têgehên giyana bêdawî hildiweşîne.
 
Ali Gurdilî
19.04.2016