Gelo Nietzsche Çima Xwestiye ku Ramana Xwedayî Bikuje?
Gelo Nietzsche Çima Xwestiye ku Ramana Xwedayî Bikuje?
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 1:11 Dîtin: 812
Gelo Nietzsche Çima Xwestiye ku Ramana Xwedayî Bikuje? 
Çend heval derbarê vê mijarê de hinek pirsan dikin û dibêjin gelo çima Nietzsche gotiye ku 'Xwedê mir!' Nietzsche feylesofekî xwedênenas e û dixwaze ku ramana Xwedê têk bibe. Li gor nêrîna feylesof encax bi nebûna Xwedê, em dikarin behsa serbestiya mirovan bikin. Wate heta ku Xwedê hebe, mirov ne serbest in. Lewma Nietzsche gotiye ku li Ewropayê baweriya Xwedê û ehlaqê filehtiyê ya klasîk ku xwe spartiye vê baweriyê, têk çûye û hilweşiya ye. Û gotiye ku ev yek, rewşeke pirr tirsîner e û wiha pêde çûye: ‘Heyîna herî pîroz û hêzdar di bin derbên xencerên me de, di xwînê de ma. Ev bûyerek e pirr mezin e û mirov nikarin, ji bin bandûra vê buyerê rabin.’ Nietzsche vê rewşê, mîna rewşeke mecbûrî dibîne û li gor baweriya wî, ji bo hebûna hejahî, azadî û ehlaqê mirovî, divê heyîneke ku xwediyê hêzeke bêsînor û bêdawî ye (Xwedê), tune be. Lewre yên bêdawî û bidawî, yên tekûz û ne tekûz, yên tam û kêm, nikarin di heman dinyayê de bihewin. Heke bihewin jî, dê yê kêm û bêhêz, bibe kole, dê xwe radestî yê raser (hêzdar, bêdawî, tekûz) bike û dê nikaribe cewher û ehlaqê xwe biafirîne. Lewma jî ji bo ku mirov bikaribin bi serbestî xwe biafirînin û bijîn, divê dev ji Xwedê berdin.
 
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî