Hemhestyarî
Hemhestyarî
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 10:51 Dîtin: 725
Hemhestyarî 
Rewşenbîr, romannûs, helbestkar, çîroknûs û nivîskarên kurd, dengê dil, hiş û êşa civaka kurd in. Di dewsa çêr, sîxef û dijûnan de, guh bidin gotinên wan. Çimku ew ne siyasetvan in, ew afiranderê hest û ramanên xwe ne û siyasetvan dest ji siyasetê berdin jî, ew dest ji gotina xwe bernadin. Dibe ku gotinên wan ne bi dilê we be, yan ne li gor siyaseta we be be. Lê ev yek mafê heqaretê nade we. Divê em bizaninin ku pênûsa wan, dengê dil wûjdana wan e. Di dewsa çêr, heqaret û sîxefan de, divê em rêz ji rexne û fikrên wan re bigrin, ew ne dijminên me ne. Lewre heke di hiş û dilê wan de, hesta kurd û kurdayetiyê tunebûya, wan bi kurdî nedivîsand û dibe ku wan jî a niha di bin sîwana partiyên dagirkeran de siyasetê dikarin. Werin em dest ji wê hişmendiya ku dibêje ‘yên ku weke min nafikirin, ew dijminên min in.’ berdin û ligel cihêrengiya ramanên hev, ji hevdu re rêz bigrin û guh bidin fikrên hevdu. Lêbelê, dema meriv li malbatên kurd mêze dike, meriv dibîne ku her malbat 5-6 zarokên wan hene û bi pirranî yan didin şuxulandin yan jî didin xwendin. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk û Tirkiye bi xwe jî, pêdiviya wan bi kurdan heye û heke kurd tunebin, dê ekonomiya wan hewqasî jî ne çalak û pêşketî be. Ji ber van sebebên ku me li jor wan eşkere kir, dewlet jî dixwaze ku kurd dest ji axa bav û kalên xwe berdin û berê xwe bidin metropolên tirkan. Li metropolên Tirkiyeyê jî, mixabin dawiya vê proseyê asîmilasyon û otoasîmilasyon e, tunebûnê. Yanî, dewleta Tirkiyeyê bi siyaseteka dûrbîn û bipîlan, kurdan tune dike û nasnameya xwe ya fermî, li ser me ferz dike.

Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî