Huner û Zanayiya Hunerî
Huner û Zanayiya Hunerî
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 11:22 Dîtin: 647

Li Ser Huner û Zanayiya Hunerî Çend Gotin

Huner, bi awayekî estetikî û bi şeklên cîhêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delaliyekê) ye. Bi awayekî cihêreng, şekildan û dîmendarkirina yên spehî ye. Mesela wêneya wênesazekê, helbesta helbestvanekê, romana nivîskarekê, bûyera hunerî ye. Di vê afirandinê de, em dibînin ku estetîk û spehîtî, dertêne pêş. Hilberandina hunerî, bi awayekî kûr; bi têgihiştina gerdûn û jiyanê re têkildar e. Ev têgihiştina kûr, ji ber ku xwe dispêre hest, coşî û ferasetê (sezgiyê); ji felsefe û zanistê cihêreng e. Lê ji ber ku tiştên ku di xwezayê de dide dest û ji wan, li gor awira xwe tişteke nû diafirîne; xwediyê taybetmendiyeke kirdewar/oznel e û bi vê yekê re jî, dişibe felsefeyê. Herweha di heman babetê de jî, du hunermend dikarin rabin û du hilberên cihêreng hilberînin. Bi vê yekê re jî, qadeka kirdewar e. Dîsa mirov dikare bibêje ku, ji bo huner û teknîkê jî hunerweriyek divê û ev yek jî, taybetmendiyeka huner û teknîkê ya hevpar e. Ji bilî vê yekê, divê em ji bîr nekin ku di roja me de hilberînên teknolojîk; ji bo ku bikaribin baş werin firotin, pêdiviya wan bi estetîk û pêşnûmayê jî heye. Zanayiya hunerî, ji têkiliya ku di navbera hunermend û nesneya wî de heye, dertê holê. Hunermend, hest û feraseta xwe tevlî nesneya xwe dike û bi hostetî û marîfet, berhemeke hildiberîne. Di vir de, divê em bibêjin ku xwederbirîna hunermend; ji felsefe, teknîk û zanistê, cihêreng e. Hunermend carinan bi firça xwe, carinan bi casê, carinan jî bi mermerê; hest û feraseta xwe, radixe holê. Di vê wateyê de huner, bi xwezayê re; her dem di nav dijberiyekê de ye. Herçiqas hunermend malzemeya xwe ji xwezayê bigre jî, wesf, rûçik yan jî taybetmendiyeke ku têde tune dide wê û bi vê yekê re jî, estetîk û spehîtî jî tevlî vê pêvajoyê dibe. Zanayiya hunerî, xwediyê hêleka ecibandinê ye jî. Lewra berhema hunerî, her dem dertê pêşiya temaşevan (guhdaran) û bi ecibandinekê tê pêşwazîkirin. Kesên ku rastê berhema hunerî dibin, dibe ku hem jî aliyê hest û hem jî ji aliyê zêhnî ve, ber bi asoyên nû ve herin. Bi vê yekê re ew şexs, dibe xwediyê awir û têgihiştineke nû û zêdetir bi pêş dikeve.

Çavkanî

Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî