Hypatia - Carl Sagan
Hypatia - Carl Sagan
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:44 Dîtin: 780
Hypatia - Carl Sagan 
Hypatia, di kitêbxaneya Îskenderiyê de dixebitiya, matematîkzan, ezmannas, fizîkzan, zanyar û serekê dibistana felsefî ya neoplatonîk bû. Di sala 370an de, li  Îskenderiyê hatibû dinyayê. Di wê dewrê de jin jêr dihatin dîtin, lêbelê wê guh nedida irf û adetên kevneşopî yên civakê û bi serbestî, di nav mêran de kar dikir. Jinek, gelek bedew bûye. Bi qasî zanîna me, evîndarên wê gelek hebûne, lêbelê wê nexwestiye ku bizewice. Wê demê bajarê Îskenderiyeyê ya dewra Hypatiayê, ketibû destê romayiyan û li bajêr, tevlîheviyek rû dabû. Koletiya wê demê, jîndarî û geşedaniya şaristaniya klasîk, rizandibû. Dêra filehtiyê, hê nû hatibû damezrandin û dixwest ku hêzdar bibe û şop û bandûra pûtperestiyê, ji holê rake. Hypatia, li ser xala têqîna wan hêzên civakî yên kokdar, di rola katalîzorê de bû. Cyrilê sermetranê (serpîskopos) Îskenderiyeyê, qet jê hez nedikir û herdem dijminatiya wê dikir. Lewre dostaniya Hypatiayê ya bi waliyê romayî re û xebatên wê yên ilmî û felsefî, ji aliyê dêrê ve mîna pûtperestiyê dihatin dîtin. Hypatiayê dizanibû ku îxtîmala kuştina wê heye, dîsa jî dest ji xebatên xwe berneda û hînweriyên xwe, belav kir. Di sala 415an de li ser rêya kitêbxaneyê, mirîdên Cyrilê sermetran, dora wê digrin û wê ji erebeya hesp lê girêdayî, peya dikin. Kirasê wê diçirînin, wê tazî dikin û goştê bedena wê, ji hestîyên wê dişeqitînin. Perçeyên bedena wê yên mayî, dişewitînin û temamiya berhemên wê, têne tunekirin. Piştî demekê, kesî navê wê ne anî bîra xwe, wê ji bîr kirin û Cyrilê sermetran jî, kirin ezîz.  
 
Werger: Ali Gurdilî
15.05.2018