Ji bo Xwe(ne)zanên Herheyî û Mirîdên wan yên li Derûdor
Ji bo Xwe(ne)zanên Herheyî û Mirîdên wan yên li Derûdor
Dema weşanê: Adar 1, 2019, 9:58 Dîtin: 817

Ji bo Xwe(ne)zanên Herheyî û Mirîdên wan yên li Derûdor

Nêzî 15-20 sal in, ez tenê bi kurdî dinivîsînim û xebatên xwe, bi kurdî dikim. Loma jî, hinek xwe(ne)zanên herheyî, min bi şovenîzm û nîjadperestiyê sûcdar dikin. Hinek jî, bi giştî jî nivîskarên ku du zimanîyê (kurdî, tirkî) diparêzin û bi kurdiya xwe a jihevketî û bi tirkiya xwe ya tewşomevşo, dixwazin ku kitêbên xwe li me ferz bikin, zimandirêjîyê li min dikin. Dibêjin; Gurdilî zilamekî qure ye, kurdîya wî ne baş e, filan û bêwan. Tedî, hema bi xwendina 2-3 kovar û kitêban, dibin rexnegirê her cure zanînan, dibin rexnegirê hemû zemanan. Ez ê a niha carekê din dubare bikim: Ez bi tenê, ji ber prensîbeke ehlaqî, tenê bi Zimanê Kurdî dinivîsînim. Li gor nêrîna min, kesên ku bi nasnameya kurdayetiyê nivîskariyê dikin, divabe bi kurdî karê xwe bikin.Erê, tenê ev prensîp. Ez ne neteweperest im, kesek welatparêz, neteweparêz û dildarê zimanê xwe me. Her kes serbest e, bi çi zimanî dil bike, dikare bi wî zimanî binivîsîne û ji min re ne derd e. Ê baş e, çima ji ber ku ez xebatên xwe tenê bi kurdî dikim, tenê bi kurdî dinivîsînim, ji hinek kesên dilreş û nêtxirab re dibe derd?!!!

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

04.02.2019