Jiddu Krishnamurti, Heke Kurd Bûya?
Jiddu Krishnamurti, Heke Kurd Bûya?
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:04 Dîtin: 689
Jiddu Krishnamurti, Heke Kurd Bûya?
Hinek ramangir, carinan ramanên gelek hêja raber dikin û dixwazin ku berê mirovan bidine qencî, xweşdîtin, hemhestyarî û dilsoziyê. Lêbelê, meriv nikare bibêje ku ramanên wan herdem di cih de ne, yan jî rastî ne. Du-sê roj in ez hebekî bala xwe didime ramanên Krishnamurti û gelek ramanên wî yên utopîst yan jî, romantîk hene. Îro dema ez li gotina wî ya li jêr rast hatim, min go gelo ev camêr heke kurd bûya, dê dîsa wiha bigota yanê na? Dema welatê meriv were dagirtin, meriv rastê jenosîd, zilm û zordestiyan bibe, dema ziman û dînê meriv qedexe be û asîmilasyoneke pirr xedar li ser çanda meriv were sepandin, wê demê meriv nasnameya xwe a netewî, çanda xwe û zimanê xwe, bêtir diparêze yan na? Axirî ez dibêm heke Jiddu kurd bûya vê gotina li jêrê nedikir. Gelo hûn çi dibêjin, ez şaş im yanê na? Gotina Jiddu a ku ez behsa wê dikim: ‘Dema hûn xwe bi nasnameya hindî, misilman, xaçparêz û ewropî, yan jî dema hûn xwe bi nasnameyeke din didin nasandin, hûn dibin sebebê tundûtûjîyê. Ma hûn têdigihêjine ku ev yek, çima dibe sebebê tundûtûjîyê? Çimkî, hûn xwe ji mirovahiya mayî cihê dikin. Dema hûn xwe bi netew, bawerî, irf û adetan cuda bikin, hûn tundûtûjîyê dikin û tundûtûjîyê xweyî dikin. Kesên ku dixwazin têbigihêjine tundûtûjîyê, nabin girêdayê welat, dîn, partîyeke siyasî yan jî îdeolojiyekê. Çimkî ew bala xwe didinê, ku bi temamî têbigihêjine dinyayê.’
 
Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
09.08.2018