Jurgen Habermas
Jurgen Habermas
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:51 Dîtin: 725
'Bi rexneyên Nietzsche û bi nirxandina wî, hincet û sedemên wan yên ku pêşkêş dikin, ji guherîneke mezin derbas bûne. Di destpêkê de aqil, ji bo ku wekî dîn bigihêje hêza xwe a pêkanîna yekîtiyê û li ser bingeha hêza xwe bikaribe rê li perçebûna modernizmê bigire; wekî zanayiyeke resen ya lihevhêner, piştra jî wekî taybetmendiyeke azadîxwaz û ya dawî jî wekî bîrhatinek telafîkirinê hate pêşnûmakirin. Ev destpêdana ku dixwest têgeha aqil li bernameya ronîbûnê bîne, ku mirov dikare bibêje bernameya ronîbûnê di nav xwe de bernameyeke diyalektik e; sê caran bi ser neket. Di rewşeke wiha de rêyek tenê li pêşiya Nietzsche hebû; yan dê aqilê ku navenda wê kirde ye bi awayekî derûnî ji nû ve rexne bikira, an jî wê ji bernameya xwe bi temamî derxista. Nietzsche biryara xwe ji aliyê hêla duyemîn ve da: Têgeha aqil ji nû ve revize nekir û xatirê xwe ji Diyalektika Ronîbûnê xwest.'
 
Jurgen Habermas
Profesorê felsefeyê, civaknas û siyasetnasê alman 

Werger: Alî Gurdilî