Keraseta Hatiye Serê Tirkiyeyê
Keraseta Hatiye Serê Tirkiyeyê
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 9:27 Dîtin: 796
Sebebê herî bingehîn a keraseta ku hatiye serê Tirkiyeyê, avahîya dîktatoryal ya hêzdar û derçaxî bû, ku kumê ‘welat, milet û alayê’ dabû serê xwe. Rejîma a niha, xwest ku wê avahîyê hilweşîne. Lêbelê bi ser neket, kete tengasiyê û bû sebebê kaoseke mestir. Bi hinceta vê rûdanê, xwedîlêderketin û parastina rejîma kevin û wekî hedefeke nîşandana dijberên rejîma kevin, xafilî ye. Ji a niha ve, kumekî ji pela zordariyê re amade dikin. Dewleta Tirk, şêrpence ye û dibe sebebê mirina civaka tirk. Di roja me de û di vê qonaxê de, xwiya ye ku nema dikare rêvebiriya civakê bike û bawer nakim ku di demekê nêz de, karibe bi ser xwe ve were. Divê, emelîyat bibe. Mesele ne meseleyeke şexsî ye, rûdan û derketina holê a pirsgirêkeke kûr e. Dewlet, rizîya ye û rewşa wê, ji a beriya sed salan jî xirabtir e. Rastî nizanim, dê çawa rabe ser xwe û nikarim bibêjim ku rabûna wê, baş e.
Sevan Nişanyan 
 
Werger: Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
12.05.2018