Kesayetî û Kurd
Kesayetî û Kurd
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 10:54 Dîtin: 768
Kesayetî û Kurd 
Mala Xwedê ava ku hêjî çend rewşenbîr û nivîskarên me yên pênûshez hene, ku tu carî xwe li kubariya zimanê tirkî yan erebî danaynin. Çimku wan kedek mezin di ber kurdî de dane û bi tu hawî naxwazin ku ew keda wan ya giranbuha bikeve ber bayê berjerwendiyên biçûk yên ku bi saya serê zimanê tirkî dikeve dest. Spas ji bo we camêr û xanimên hêja, sekna we ji bo me teva dibe mînakek gelek baş û helwestek rênîşander. Lê belê hinek rewşenbîr û nivîskarên me jî hene, ku bi dehan berhem dane zimanê kurdî, lê a niha ji ber bayê populîzm û navdariyê, hemû post û mostên wan yên li ser medya sosyal, bi zimanê tirkî ne. Mixabin, nayê bîra wan ku ew bi yekê dibin mînakên neçê bo gelek ciwanên kurdan. Ez nabêjim ku bi tirkî xeber nedin, ev ne hedê min e. Lêbelê, kesên ku bi navê ‘rewşenbîr, nivîskar, helbestkar, çîroknûs, romannivîsên kurd û hwd.’ derkevin pêşberî raya giştî ya kurd, divê bi zimanê miletê xwe bang li wan bikin. Çimku zimanê me hêjî ji xeteriya wendabûnê xwe rizgar nekiriye û zimanê serdestên me jî, (tirkî, erebî, farisî) ne zimanê fransî yan ingilîzî ne. Zimanê serdestên me, zimanekî asîmîlekar û kêmkar in.

Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî