Kovara Kund di Otobosa Bajêr de
Kovara Kund di Otobosa Bajêr de
Dema weşanê: Adar 16, 2019, 7:43 Dîtin: 785
Kovara Kund di Otobosa Bajêr de
Ez îro çûm Cafe Na'yê (Îzmîr) cem biraderê Berfo û bi qasî 3-4 seetan li cafeyê rûniştim. Em li ser hinek meseleyan peyîvîn û me bi hev re çend çay vexwar. Dema min kir ku ez rabim, biraderê Berfo go mamoste Kovara Kund hatiye, te ew xwendiye? Min go, na wele, ka li kû ye? Û Berfo bang kir, ji min re libek kovar anîn. Piştî ku min heqê kovarê da, hema di cih de û bi kelecan min rûpelên wê qulipandin. Axaftina Bextiyar Elî, nivîsa Bajar Mîrzeman, ya Umran Aran û min çavê xwe li nivîsên din jî gerand. De min go neyse, ez ê îşev li malê bixwînim û min xatir ji biraderê Berfo xwest û rabûm ketim rê, da herim rawestgeha otobosê. Li otobosa taxê siwar bûm û çûm, li tenişta xanimekê navsere rûniştim. Min du kitêbên xwe yên din jî danî ser berga Kovara Kund û min wan li ser çoka xwe wan ediland. Ji ber ku ez ji meraqdarên di otobosê de hez nakim, min bergên kitêban jî berovajî kir da ku navê wan xwiya nekin. Lêbelê resmê kundê li ser berga kovarê, balrakêş xwiya dikir û serê xwe bilind kiribû. :)
 
Piştî du-sê rawestgehan, xanimê ji min re bi tirkî go; 'ez dikarim çavê xwe li kovara te bigerînim?' Min jî go, bi zimanekî biyanî ye. Wê dîsa bi israr go; 'bila be, ka bide min.' Bi dileke nexweş min kovarê ji binê kitêban derxist û da xanima li tenişta xwe. Xanimê rûpelên kovarê yek bi yek qulipandin, çavê xwe li nivîs û fotoyan gerand û hewl da xwe ku bizanibe bê ka kovar bi kîja zimanî hatiye nivîsandin. Bi ser neket û fam nekir ku bi kurdî ye. Loma berê xwe da min û pirsî: 'Bu dergi nece?' Yanî go, ev bi çi zimanî ye? Min go, bi kurmanciya kurdî ye û kovara kitêb û hunerê ye. Xanimê, hebek şaş ma û deng nekir, lê dîsa dest ji kovarê berneda. Piştî du sê deqîqeyan, dîsa pirsî û bi awirek şaşwaz go: 'tu çima bi vî zimanî dixwînî? Tu bi tirkî jî baş dizanî newsa?' Min jî go, belê ez bi tirkî jî dizanim, lêbelê kurdî zimanê min e û sebebê te yên bi xwendina bi tirkî çi bin, sebebên min yên xwendina bi kurdî jî ew in. Û min, nema xeber da. Xanima qelew, kovarê dirêjî min kir û di şûna spasdariyê de bi tirkî go: 'gelek balkêş e.'  :)
 
Ali Gurdilî
28.06.2018 / Îzmîr