Kynîzm û Feylesofên Kynîkî
Kynîzm û Feylesofên Kynîkî
(Dijberên Cîhana Kevin)
Di dîroka felsefeyê de, em dibînin ku ji aliyê feylesofan ve dema felsefe hatiye kirin, piştî demekê ji wan felsefeyan hinek bûne felsefeyên sîstematîk û mîna dibistaneke felsefî, bi sedê salan hebûna xwe berdewam kirine. Bi vî awayî jî, mîna dibistanên (ekolên, ferasetên) felsefî hatine dîtin û pejirandin. Ferasetên felsefî yên Serdema Antîk, herçuqasî li gor hinek şert û mercên wê demê û pîvanên demkî bi navên cihêreng hatibin binavkirin jî, meriv dikare wan bi awayekî gelemperî wiha jî bisinifîne:
Dewra Beriya Sokratesî
1- Dibistana Mîletê
2- Dibistana Efesê
3- Dibistana Eleayê
4- Pirranîparêzî
5- Dibistana Atomgiran
6- Feylesofên Sofîst
Felsefeya Yewan ya Klasîk
1- Sokrates
2- Platon
3- Arîstotales
4- Felsefeya Helenîstîk
5- Şikparêzî
6- Stoaparêzî
7- Epikurosparêzî
8- Kînîzm (ing: cynicism, fr: cynisme)
Kînîzm, dazanîna Gorgiasê Sofîst û Antisthenesê şagirtê Sokrates e. Antisthenes, li Kynosarges Gymnasion’ê dibistana xwe ava kiriye. Wiha tê bawerkirin ku navê peyva dibistana Kînîzm’ê, ji peyva ‘kyon’ ê hatiye, ku wateya wê jî ‘kûçik yan jî kûçikî’ ye. Ji ber vê yekê jî, dibistana Kînîzmê di loda (koma) dibistanên Sokratesî de tê dîtin û nirxandin. Antisthenes wiha bawer kiriye ku mirov encax bi rêya erdemê yan jî bi saya erdemê dikarin bextewar bibin û ev erdem jî, encax bi redda xweşiyên dinyewî (malhebûnî, malbat, dîn, irf û adet û nirxên civakî) dikare pêk were. Lêbelê, kesê ku Kînîzmê baştir daye nasandin, bêguman Diogenes e. Çimku Diogenes, li gor dazanîna Kînîzmê jiyaye û destê xwe ji xweşiyên dinyewî şûştiye. Dîsa tê gotin ku jiyana xwe di bîdonekî de derbas kiriye û xwestiye ku nebe hewcedarê hilberên civakî.
(Feylesofên kynikî, li dijî hemû irf û adetên civakê derketine û li hemberî wan serî hildane. Piştî hilweşandina bajarê Atînayê çar dibistanên felsefî -Kînîzm, Septîsîzm, Epukurosparêzî û Stoaparêzî- derketine holê, ku dibistana kynîkiyan jî, yek ji wan e.)
Felsefeya Kînîzmê
Kynîkiyan xwestine ku destê xwe bi temamî ji pêdiviyên civakî bişon û nema li gor civakê bijîn. Ji ber vê yekê jî, bi nêrîneke nebaş li zewac, malbat, malhebûnî, irf û adetên civakî mêze kirine û li dijî wan rabûne. Prensîpa wan ya sereke û herî girîng, erdem e û ji peyva erdemê jî, fahma azadiya mirovî û serbixwetiya derûnî dikin, ku jiyana xwe jî li gor vê yekê berdewam dikirin. Bêguman, têgihiştineke bi vî hawî, encax bi zanayiyê (zanînî) dikare pêk were, wate meriv encax bi zanayiyê dikare xwe ji pêdiviyên civakî rizgar bike. Ji bo wan zanayî û ehlaq, ne prensîpên nedîtbar in, lêbelê ew prensîp in ku bi awayekî berbiçav divê werin jiyîn û sepandin. Lewma jî, Ji bo wan, kesayetiya Sokrates mînakek baş e û rêz lê tê girtin. Li gor baweriya Kînîzmê divê meriv bi tenê xwe bispêre xwe, da ku têra xwe bike, wate bikaribe jiyaneke xwedîerdem bijî. Civakîtiya ku mirovan li dijî xwezayê berfireh kirine, beradayî ye û bi kêrî tiştekê nayê. Ji bilî ve yekê, mirovan bêesl jî dike û dibe sebebê dejenerasyonê. Li dijî vê dejenerebûnê jî, jiyaneke sade û siruştî diparêz in.
Dibistana Kînîzmê û Skenderê Duquloç
Skenderê Duquloç ku Şagirtekî Arîstotales e, bandûrek mezin li dîrokê kiriye, dîrokê guherandiye û felsefe jî, ji wê guherînê gelekî ketumet bûye. Skender di demekê gelek kin de beşeke mezin ya Bakurê Afrîkayê, Rojhilata Navîn, Îtalya û Hîndîstanê dagir kiriye. Dewletên bajarî yên yewnan hilweşiyane û ketine bin serweriya împaratoriya Skenderê Duquloç û ji hêla çandî ve jî, serbixwetiya xwe wenda kirine. Skender li hemû deverên ku dagir kiriye, bajarên nû ava kiriye û ji Yewnanîstanê, yewnaniyan aniye û li wan bajaran bi cih kiriye û ji wan bajaran, artêşa xwe îdare kiriye. Pirraniya koloniyan, bi jinên xwecîhî re zewicîn û nifûsa bajaran, gelek zû hate guherîn û bû kozmopolît. Lêbelê ethosa rêveberiyê û zimanê bajaran, her wekî xwe û yewnanî ma. Di dawiyê de jî, temamiya cîhana kevin ji aliyê bajarên yewnan ve hatine birêvebirin. Ev dinya jî, wekî dewra (cîhana, dinyaya) Helenîstîk tê zanîn. Di wê dewrê de bajarê herî girîng, bêguman li Misrê bajarê Îskenderiyê ye ku navê xwe ji Îskenderê Duquloç girtiye. Ev bajar, di demekê kin de bû navenda çanda navnetewî û perwerdehiyê.
Dîsa meriv dikare bibêje ku kitêbxaneya Îskenderiyeyê, (1) yekemîn kitêbxaneya navnetewî ye û di navbera salên B.Z.290-P.Z.646’an de, nêzîkî hezar salan xizmeta feylesof, lêkolîner, ramangir û xwîneran kiriye. Herweha wekî kitêbxaneya herî zengîn û giranbiha, ya cîhanê jî hatiye hesibandin. Heyama Helenîstîk B.Z. di sedsala 4an de bi hilweşandina bajar dewletên yewnanî dest pê kiriye û heta damezrandina Împaratoriya Romayê (B.Z. sedsala 1’ê) 300 (sêsed) salan berdewam kiriye. Di wê demajoya sêsed salan de, çand û medeniyeta yewnanî li hemû deverên cîhanê belav bû û Komara Romayê jî, di rewşeke wuha de hate damezrandin. Herweha, filehtî jî li vê cîhanê derketiye holê. Wê demê, Filîstin jî mêtingeha Romayê ye û lewma jî, Ehda Kevin bi yewnanî hatiye nivîsandin.
‘Rast e. Heke ez ne Îskender bûma, min dixwest ku ez Diogenes bim.’
(Îskenderê Duquloç, Îskenderê Mezin, Skenderê Zûrqerneyn)
Piştî mirina Skender, împaratoriya wî hilweşiya ye û şerên hizbî dest pê kirine. Herçuqasî yekîtiya wan ya çandî berdewam bike jî, dawiya dubendiyên siyasî nedihat. Di vê dewrê de çar dibistanên felsefî derketine holê, -Kînîzm, Septîsîzm, Epukurosparêzî û Stoaparêzî- ku dengvedana taybetmendiyên vê dewrê ne. Ev çar dibistanên ku me qala wan kir, herî zêde li ser ewlehî û bextewariya mirovî rawestiya ne û ji bo mirovên medenî li rê û rêbazên ewle, aram û xwedîîstîkrar geriyane. Cara yekemîn, Kynîkî (2) derketine holê û di dema me de jî, meriv dikare wan wekî mirovên ‘dijraber, nelirê’ bihesibîne. Antisthenesê kalikê wan, şagirtê Sokrates û hevdemê Platon bû. Heta ku bûye mirovekî navsere, di pergala arîstokrat ya feylesofan de, imrekî xweş derbas kiriye. Lê piştî mirina Sokrates û hilweşîna bajarê Atînayê, dilsar bûye û xwe daye alî û jiyanek sade û aram jiyaye. Piştî demekê jî libasên rêncberan li xwe kiriye û di nav xelkê feqîr de jiyaye û gotiye ku ez ne hikûmetê, ne zewacê û ne jî mulkiyetê dixwazim. Diogenes (B.Z.404-323) jî şagirtekî Antisthenes e û piştî demekê, jê zêdetir hatiye naskirin. Diogenes di nav gel de digeriya û bi zanetî tinazên xwe bi irf û adetên wan dikir, ji hinek kincik mincikan ji xwe cilan çêdikir, wan li xwe dikir û bi vî hawî wan şaş û ecêbmayî dikir. Bi kurtasî, meriv dikare bibêje ku mîna kûçikekî jiyana xwe berdewam kiriye. Ji ber vê yekê jî, yewnaniyan navê ‘kynîkî’ lê kirin (ji kynîkos’a yewnanî), ku di wateya ‘kûçikî’ de ye. Ev peyv, di roja me de jî tê bikaranîn, lêbelê wateya wê hatiye guherîn.
‘Ez hemwelatîyekî cîhanê me.’
(DÎOGENES)
Diogenes û şopgirên wî, di wateya îroyîn de nae kynîk bûn, baweriya xwe bi dilpakiyê (erdemê) dianîn û prensîpa wan ya esasî ev bû: Têgihiştina herî girîng, di têgihiştina ferqa nirxên çewt û rast de ye û cudahiyên din jî, pûç û vala ne. Mesela mîna ferqa ê min û ê te, ferqa tazîtî-ne tazîtiyê, taybet-fermî, xav-pehtî û hwd. hemû adetên civakê, bêwate ne. Diogenes ferqa di navbera yewnanî û biyaniyan de jî, bêwate dîdît û li dij derdiket û dema ku welatê wî jê hatiye pirsîn, gotiye ku ‘ez hemwelatîyekî cîhanê me.’ Dema ku vê gotine kiriye jî, tenê peyveke yewnanî bikar anîye, ku ew jî ‘Kozmopolitan’ e. Ji bo vê peyvê jî, em deyndarê Diogenesî ne. Derheqê Diogenes de gelek çîrok û rîwayet hatine gotin, lê di nav wan de a herî navdar ev e: Dibêjin Diogenes di quleke ku dişibe ya mişkan de dijiya û rojekê Skenderê Duquloç diçe serdana wî û jê dipirse, dibêje: ‘Daxwazeke te heye yan na?’ Li ser vê pirsa Skender, Diogenes jêre wuha dibêje: ‘Belê. Li ber min sî neke, bes e.’ Bêguman, mebesta gotina wî mecazî bûye û xwestiye ku bibêje mal û milkê dinyayê, bêqîmet in û pêdiviya min bi tiştekê tune.
jêrnivîs
1- Kitêbxaneya Îskenderiyeyê, yekemîn kitêbxaneya navnetewî ye û di navbera salên B.Z.290 - P.Z.646’an de, nêzîkî hezar salan xizmeta feylesof, lêkolîner, ramangir û xwîneran kiriye. Herweha wekî kitêbxaneya herî zengîn û giranbiha, ya cîhanê jî hatiye hesibandin.
2- Kynîk, di wateya kûçikî yan kûçikaniyê (kyon) de ye û ji bo feylesofên ku piştgirê dibistana Kînîzmê ne, tê gotin. Diogenesê Kynikî, wateya vê gotinê wuha şirove kiriye: ‘Ji min re dibêjin kûçik; çimku ji kesên ku hestiyan didine min ez dûvê xwe dihejînim, ji kesên ku pehînan li min dixin re diewtim û ez kesên bênamûs jî, gez dikim.’ Peyva Kynikî, di roja me de jî tê bikaranîn, lêbelê wateya wê hatiye guhertin.
2- Kynîk, di wateya kûçikî yan kûçikaniyê (kyon) de ye û ji bo feylesofên ku piştgirê dibistana Kînîzmê ne, tê gotin. Diogenesê Kynikî, wateya vê gotinê wuha şirove kiriye: ‘Ji min re dibêjin kûçik; çimku ji kesên ku hestiyan didine min ez dûvê xwe dihejînim, ji kesên ku pehînan li min dixin re diewtim û ez kesên bênamûs jî, gez dikim.’ Peyva Kynikî, di roja me de jî tê bikaranîn, lêbelê wateya wê hatiye guhertin.
Çavkanî
Destpêka Felsefeyê II - Ali Gurdilî