Malbatparêziya Amoral (Amoral Familism)
Malbatparêziya Amoral (Amoral Familism)
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 1:23 Dîtin: 851

Malbatparêziya Amoral (Amoral Familism)

Meyl û çalakiya civakî a ku berjewendiyên aborî yên malbata biçûk (çekirdek aile, nucleus family) ji her tiştî girîngtir dibîne û pêşikiyê dide berjewendiyên malbatî. Wate, malbatparêziya derehlaqî. Edward C. Banfıeld, di lêkolînekê (The Moral Basis of a Backward Society; 1958) xwe de, behsa xizaniya gundekî Başûrê Îtalyayê kiriye, ku metnek gengeşeyî ye û gotiye ku sebebê xizaniya gund û gundiyan, bêtifaqî û hevnegirtin e. Dîsa gotiyê ku sebebê vê rewşa şûndemaniya civakî, ne bi temamî be jî pêşikiya berjewendiyên aborî yên malbata biçûk e, ku endamên malbatê nikarin dest ji berjewediyên xwe berdin. Di lêkolîna Edward C. Banfieldî de, meyl û çalakiya ‘malbatparêziya amoral’ wekî sebebê vê rewşê hatiye nirxandin. Teza Banfieldî ku bi xwezaya ‘malbatparêziyê’ rewşa şûndemayîn yan jî pêşveçûna aboriyê rave kiriye, di warê rola kulturê de bûye sebebê devjeniyên (munaqeşeyên) mezin. Wekî gotina dawî meriv dikare bibêje ku di vê cure malbatê de, meyl û çalakiyên civakî, ji bo berjewendiyên malbatî ne. tr: ahlakdışı ailecilik

Çavkanî Ferhenga Civaknasiyê - Ali Gurdilî