Meseleya Têgihên Çêkirî û ‘Ferhenga Zanistên Civakî’
Meseleya Têgihên Çêkirî û ‘Ferhenga Zanistên Civakî’
Îro jî, dixwazim hinekî behsa ferhenga kek Doç. Dr. Abdullah Kıran a ‘Ferhenga Zanistên Civakî’ bikim û çend têbiniyên xwe raberî we bikim. Kitêb di sala 2014an de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin. Kitêb, 391 rûpel e û ji beşên ‘Tirkî-Kurdî’ û ‘Kurdî-Tirkî-Îngilizî’ pêk tê. Di rûpelên pêşîn de, bi qasî 4-5 rûpelan, pêşgotina kek Abdullah cih digre. Beriya 7-8 mehan, min ji ‘Medya Kitabevi’ kitêbê bi dest xist û a niha, ji bo xebatên xwe gelek caran serî lê didim û jê, sûd werdigirim. Wekî hûn jî zanin, kek Abdullah Kıran di bîrûraya kurdî de, bi navê Felat Dilgeş jî baş tê nasîn û meriv dikare bibêje ku haya xwînerên kurdî, ji xebatên wî heye. Li gor nêrîna min, pêdiviya me bi kitêbên wiha gelek e. Çimkî, cîhan bi bayê bezê diguhere û kurdîaxêv jî, dixwazin ku di vê cîhana lezgîn de, bi zimanê xwe bikaribin bersiva wê lezgîniyê bidin û jê nemînin. Têgihên di ferhengê de, bi zimanekî sade hatine ravekirin û wateya wan, xweş hatiye dayîn. Meriv ji hevokan aciz nabe û nesneya xwe, xweş dinasîne. Kek Abdullah Kıran, di pêşgotina kitêbê de bi awayekî zelal, behsa serboriya xwe a kurdî û amadekirina ferhengê dike. Û destnîşan dike, ku wî bi xwe çend têgihan çêkirine û sebebê vê yekê jî, dibêje. Rast e, Zimanê Kurdî di gelek şaxên jiyanê de gelekî zengîn e. Lêbelê pêşketinên piştî Şoreşa Sanayîyê û bêdewletiya me, mixabin di hinek şaxên ilmî û felsefeyî de, rê li ber pêşketina kurdî girtine û bûne sebebê, sergêjiyê. Sebebê vê yekê ê din jî, tunebûna sazîyeke me a fermî yan jî milî ye. Ferheng, ji bo xwîner, nivîskar û lêkolînerên kurdî, bi taybetî jî ji bo wergêrên Tirkî-Kurdî jêdereke baş e û xwiya ye ku dê xweş were bikaranîn. Lêbelê, xwebicîhkirina hinek têgihên ku kek Abdullah wan çêkirine, dê hinekî zehmet be. Çimkî, ne berbelav in û di şûn wan de, a niha hinek têgih hene û xweş têne bikaranîn. Mesela têgiha ‘Rêzik’ê ku kek Abdullah, di şûna ‘Qanûn’ê de bikar aniye. Mesela têgihên ‘Kirde, Bireser, Pêveber’ (Özne, Nesne, Yüklem) ê de, kek Abdullah têgihên ‘Barbir, Bar, Bargir’ çêkiriye. Ji ‘anayasa’ re, gotiye ‘rêbazavahî’. Ji bo têgiha ‘hilberan’ê jî, gotiye ‘berhênerî’. Mixabin dema meriv li ser internetê li van têgihan digere, meriv wan nabîne. Çimkî nehatine bikaranîn û ne berbelav in. Ji bo ku bikaribin bibin malê Zimanê Kurdî û cihê xwe bigrin, xwiya ye ku demekê dirêj lazim e. Bêguman, divê zimanzanên me li ser wan têgihan rawestin û wan binirxînin. Ez ne zimanzan im û tenê, wekî xwîner û lêkolînekî, fikrên xwe dibêjim û niha di kitêbxaneya min de, ferhengê cihê xwe girtiye. Ji bo zêdetir agahîyan, divê meriv bi hûrbijarî li ferhengê mêze bike û wiha, binirxîne. Wekî gotina dawî jî, dibêjim destxweş kek Doç. Dr. Abdullah Kıran û Weşanxaneya Nûbiharê.
Alî Gurdilî
06.12.2018