Mirov û Helbest
Mirov û Helbest
Helbest, weke cureyek wêjeyî mirov dikare bibêje ku bi zayîna zimên re derketiye holê. Herçiqas ji bo danasîna helbestê bi hezaran hevok hatibin bikaranîn jî, ya rast ew e ku kesî xwe ne gihandiye danasînek misoger yan jî naguhêr. Digel vê yekê, dîsa jî mirov dikare behsa taybetmendiyên helbestê yên wekî bikaranîna awayê ziman û vegotinek xweser, têkiliya wê ya bi muzîk û bi deng re û hêza wê ya estetîk ya bandordar yên ku ji layê hemû kesan ve tê pejirandin, bike. Dîroka derketina holê ya helbestê, heta digihêje dewra dîtina mirov ya têgihiştina dengê xwe û bi rêya axaftinê xurtkirina zimanekî ku bi kêrî ragihandinê tê. Mirovan ji bilî zimanê axaftinê yê rojane, bi armanca guhêrandin û dengvedana xwezayê, zimanekî efsûnî afirandin. Mirov dikare taybetmendiyên vî zimanî yên teqldar (rîtmîk), wekî pêşhatiyê zimanê helbestê jî bibîne. Jiber vê çendê jî, dema ku Platonî helbestê dinasîne, dibêje: 'peyva efsûnî.'
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
18.12.2017