Mîtolojî: Argos
Argos
(1) Li gor mîtolojiya yewnanî, kurê Zeus û Niobeyê ye. Niobe, jina yekemîn a ku Zeusê xweda jê hezkiriye, ye. Zeus, qraltiya Peloponezê daye Argos, lewma jî navê Argos li wê nîvgiravê kirine. Piştî demekê, navê Argos bi tenê ji bo bajarê ku rojavayê Argosê dimîne û ji bo herêma bi navê Argolisê, hatiye bikaranîn. Di destana Îlyadayê de Argos, mîna navê welatê temamiya êrîşkarên ku ji Yewnanîstanê hatine Troyayê hatiye bikaranîn. Argosî jî, navê temamiya akhayîyan bûye. (2) Navê hostayê ku keştîya Argonautiyan çêkiriye û navê xwe lê kiriye, ye. (3) Di destanên Homeros de xwedayê Hermes, bi navê ‘Argeiphontesê kujerê Argos’ hatiye bibîranîn. Li ser vê gotinê, minaqeşeyek heye û mîtologan hê bi hev nekirine. Lewre efsaneyeke wiha heye: Argosê ku Hermes wî kuştiye, dêwekî bi sed çavî ye. Li gor hinek gotinan jî, dibêjin ku ne sed (100) çav, lêbelê tenê çar (4) çavên wî hebûne, ku dido di serê wî de, li ser eniya wî û dido jî, li pişta kiloxê wî bûne. Argosê ku xwediyê hêzeke raser e, herêma Arkadyayê ji sirûşta kûvî xilas kiriye, cinawirê Ekhidnayê (ji Tartaros û Gaiyayê ye) kuştiye û li ser serê Îoyê bûye nobedarê Heraya xwedawend, ku Zeusê xweda Îoyê xistibû kirasê çêlekekê. Argos, çêlekê bi darekê ve girê daye û bi şev û roj, nobedarê wê bûye. Lêbelê Zeus ferman li Hermes kiriye, ku Îoyê ji destê wî xilas bike û Hermes jî, Argos kuştiye. Dibêjin ku Herayê jî, çavên wî kiriye çavên teyrê tawis.
Çavkanî
Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî