Mîtolojî: Arion
Mîtolojî: Arion
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:57 Dîtin: 885

Arion

Di nav çîrokên Herodotosî de, meriv dikare bibêje ku a herî xweşik û balkêş, çîroka Arionî ye. Herodotosê dîroknas ne mîna çîrokeke, lêbelê mîna bûyerekê ku qewimî ye behsa wî kiriye: Li Lesbosê, bi navê Arion hozanek hebûye. Merivekî xweşbêj û zarşîrîn bûye. Lewma jî, gelekî hatiye nasîn û nav û şanê wî, xwe gihandiye heta Midilliyê. Rojekê, ji giravê aciz bûye û berê xwe daye, Korinthosê. Gelê Korinthosê, qedr û qîmeteke mezin dane wî û gelekî jê hezkirine. Heta bûye dost û hevalê Periandrosê rêveberê bajêr jî. Heredot dibêje, kesî nikaribû mîna wî baş li gitarê bidaya. Dîsa tê gotin ku cara ewilî, pesinnameya Dithyrambosê Arionî gotiye. Pesinnameya Dithyrambos, ji bo Dionysosê xweda hatiye gotin û ev cure pesinname, mîna çavkaniya tragedyayê tê dîtin. Heke cara ewilî Orion wê pesinnameyê gotibe, nexwe meriv dikare bibêje ku afiranerê tragedyayê, ew bi xwe ye. Tê gotin ku heta çûye Sicilyayê û li wan deran jî, gerîya ye. Piştî ku gelekî zengîn bûye, xwestiye ku dîsa vegere cem Periandrosê hevalê xwe. Li Torontoyê, li keştiyê siwar bûye, lêbelê di nivê rê de keştîvanan bi destekarî perên wî jê sitandine û wî avêtine behrê. Arion, kiriye hewar û qêrîn û Apollon, fînmasiyên xwe şandiye hewara wî. Fînmasîyên (ûnis) Apoolon, wî li pişta xwe kirine û anîne li keviya Korinthosê danîne. Periandrosê qral, bi kirina keştîvavan hisîya ye, wan li çarmixê daye û daye kuştin. Apollonê xweda jî fînmasiyên ku Arionî dabûne pişta xwe, li esmên veguherandiye bircek stêrk.

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî