Mîtolojî: Aristaios
Aristaios (Aristaeus)
Li gor mîtolojiya yewnanî, kurê Apollon û Kyreneya nymphayî ye. Kyrene jî, neviya Peneusê xwedayê robara ye. Apollon, dil ketiye wê û wê revandiye Libyayê. Li Libyayê, kurekî wan çêbûye û navê Aristaios lê kirine. Dibêjin ku kheironê zilamê hespîn û nymphayên perî zanîna çandiniyê, xweyîkirina heywanan, zeytûnkarî û xweyîkirina mêşên hingivîn fêrî wî kirine. Piştre, bi Autonoeya keça Kadmosî re zewicî ye û bi navê Aktaoin, kurekî wî hatiye dinyayê. Aktaoin jî, mîna bavê xwe çiyager û nêçîrvanekî jêhatî bûye. Publius Vergilius Maro (romayî ye) di kitêba xwe ya bi navê ‘Georgica’ê de ku kitêbeke li ser mijarên çandiniyê ye, bi berfirehî behsa serboriya Aristaiosî kiriye: Aristaios, gelekî ji periyên çiyê û ji yên robaran, hezdikir. Rojekê, dide dû Eurydikeya jina Orpheusê hozan. Eurydike dema jê direve, mar bi lingên wê ve vedide û dimre. Xweda jî, şewbê dişeynin nav kewarên mêşhingivên Aristaiosî û temamiya wan dikujin. Piştî wê kerasetê, dilê Aristaiosî gelekî bi mêşhingivên xwe dişewite û ji Kyreneya diya xwe re, behsa serpêhatiya xwe dike û jê, şîretekî dixwaze. Kyreneyê ji kurê xwe re dibêje, ku divê ew here cem Proteusê kahîn ku bi navê kalê behrê tê nasîn û derdê xwe, jê re bibêje. Aristaios jî mîna Meneloasê di Odysseiayê (Od. IV. 365) de dike, diçe Misrê û Proteusê ku di nav fokmasiyan (kûçikê avî) de dijî, dibîne. Di dawîyê de, ji Meneloas kehanetê fêr dibe: Ji bo çareserkirina derdê xwe, divabû çar ga û çar conegayan qurbanî bikira. Aristaios, bi gotina Meneloasê kahîn dike. Piştî neh rojan ji goştê wan ê mirî, bi hezaran mêşhingivî dertên. Piştî ku çav bi mêşhingivên xwe dikeve, Aristaios fam dike ku xwedayan wî efû kirine. Li hinek herêmên Yewnanîstanê bi teybatî jî li Tesalya, Boiotia û Arkadyayê, mîna xwedayekî çolwaran hatiye hebandin û rêz lê hatiye girtin (Eurydike, Orpheus).
Çavkanî
Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî