Mîtolojî: Arkas
Mîtolojî: Arkas
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:53 Dîtin: 896

Arkas

Li gor mîtolojiya yewnanî, kurê Zeus û Kallistoya (keça Artemîsê ye) nêçîrvan e. Kalikê efsaneyî ê herêma Arkadyayê ye. Kallisto piştî ku Arkasî tîne dinyayê, dimre (li gor hinek efsaneyan jî, tê gotin ku xwedayan wê veguherandine hirçekê) û Zeus jî ji bo ku wî xweyî bike, kurê xwe teslîmê Maiaya diya Hermesî kiriye. Arkas, ji aliyê diya xwe ve neviyê Lykaonê qral bûye. Dibêjin ku Lykaon, rojekê xwestiye ku Zeus biceribîne: Lykaon, Arkasê nevîyê xwe (kurê Zeus) kuştiye û cendekê wî, şandiye ser sifra xwedayan. Lêbelê Zeus, bi fena wî hisiya ye, sifrê serobino kiriye û bi birûskê, qesra wî wêran kiriye. Û wî jî, veguherandiye gurekî. Piştre jî, perçeyên laşê Arkas top kiriye û rih xistiye laşê wî. Piştre, Arkas mezin bûye û bûye nêçîrvanekî jêhatî. Rojekê, li çiyê li diya xwe a ku di kirasê hirçê de ye rast tê û dixwaze ku wê bikuje. Heta ber deriyê perestgeha Zeusî, daye dû diya xwe ya ku di kirasê hirçê de ye. Li dû diya xwe, ew jî dikeve hindûrê perestgehê. Li gor qanûnan, dibêjin ku daketina nava perestgehê ji mirovan re qedexe bûye û kesê ku diketine perestgehê jî, ji aliyê xwedayan ve dihatine kuştin. Dibêjin ku dilê Zeusê xweda, bi wan şewitî ye û wan, veguherandiya stêrkan: Kallisto bûye Hirça Mezin, yan jî bi yewnanî bûye ‘seyare’ û Arkas jî, bûye Arkturos. Ango, bûye ‘Ajokarê Seyareyê’. Arkas, navê xwe li welatê xwe kiriye û navê herêma wî, bûye Arkadya. Dibêjin ku Arkas, qralekî qenc û qencîxwaz bûye û çandina genim, çêkirina hevîr û ristina hirîyê, fêrî xelkê xwe kiriye. Piştî ku Arkas miriye, herêma Arkadya di navbera sê lawên wî de, bûye sê perçe.

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî