Mîtolojî: Asia
Mîtolojî: Asia
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:52 Dîtin: 861

Ferhenga Mîtolojiyê: Asia

Yek ji keçên Okeanos û Tethysê ye. Li gor çavkaniyekê, Asia bi Îapetosê tîtan re zewicî ye û Atlas, Prometheus, Epimetheus û Menoitiosî aniye dinyayê. Li gor hinek çavkaniyan jî tê gotin ku ew ne Asia, lêbelê Klymene ye. Asiaya keça Okeanos, navê xwe li parzemîna Asyayê kiriye. Lêbelê di destanên Homerosî de ne navê temamiya parzemînê, mîna navê Rojavaya Enedolê derbas dibe. Bi taybetî jî di risteyên Îlyadayê (Îl. II, 459 hwd) de ji bo Maioniayê, ango ji bo deşta Gedîzê hatiye bikaranîn.

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî