Mîtolojî: Askalaphos
Mîtolojî: Askalaphos
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:45 Dîtin: 826

Askalaphos

(1) Kurê Ares. Li gor hinek vegotinên li Îtalyayê, dibêjin ku Astyokheya keça Aktorî, bi awayekî dizî bi xwedayê şerî re şa bûye û Askalaphos û Îalmenosî aniye dinyayê. Li gor mîtolojiyê, her du bira hikumranê bajarê Orkhomenosê ne, ku ev bajar li Boiotiayê bûye. Li gor berhema Îlyadayê (Îl. 11, 512-516) jî, bi sîh keştiyan, beşdarî şerê Troyayê bûne. Îalmenos piştî ku şer diqede, venagere Yewnanistanê û li keviya Behra Reş bajarekî ava dike û li wir, dijî. Her du bira, beşdarî sefera Argonatiyan jî bûne. Îalmenosî, yek ji wan dilxwazên Heleneyê ye. (2) Kurê Akheronê çemê binê erdê. Persephone dema derbasê cîhana miriyan bûye, Hades jêre gotiye ku heke tu rojîyê bigrî û xwarinê nexwî, dê tu bikaribî vegerî ser rûyê axê (erdê). Lêbelê Persephoneyê, li ber xwe nedaye û hinarê gez kiriye, Askalaphosî jî wê dîtiye û çûye gilîya wê ji Hadesî re kiriye. Demetera xwedawenda diya Persephoneyê jî, Askalaphosî veguherandiye şevşevokê. Li gor vegotineke din jî, dibêjin ku Demeterê bi kevireke qerase wî hepis kiriye û dema ku Herakles çûye wir, wî ji binê wî kevirê qerase xilas kiriye û di wê demê de, Askalaphos bûye şevşevok.

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî