Mîtolojî: Askanios (Ascanius)
Mîtolojî: Askanios (Ascanius)
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:47 Dîtin: 782

Askanios (Ascanius)

Kurê, Aineias û Kreusayê. Li gor çavkaniyekê din jî, Askaniosî ne li Troyayê hatiye dinyayê, piştî ku bavê wî diçe Îtalyayê Lavinia wî tîne dinyayê. Heçku, li gor pirraniya efsaneyan Aineiasî, di dema şewata Troyayê de bavê xwe dide pişta xwe û bi destê Askaniosî digre û wan ji wir direvîne. Di destana ‘Aeneis’ a Vergiliusî de jî, Askanios (Bi latînî, Ascanius), mîna yekî bejindirêj hatiye vegotin. Ascanius hêviya bavê xwe, delalokê pîrka xwe Aphroditeyê ye û ciwanekî qeşeng e. Piştî mirina Aineiasî, Ascanius dibe qralê latînîyan. Bi etruskan re şer kiriye û piştî ku bavê wî bajarê Laviniumê ava dike, ew jî piştî sîh salan diçe bajarê Alba Longa’yê ava dike. Li ser hîleya Laviniayê, latînî êrîşê Ascanius dikin û qraltiya Alba’yê, dikeve destê Silviusê kurê Laviniayê. Navakî din ê Ascaniusî jî, Îulus e û navê binemaleke girîng e. Ji vê binemalê, gelek kes bûne împaratorê Romayê û Îulius Caesar jî, ji vê binemalê ye.

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî