Mîtolojî: Asopos
Mîtolojî: Asopos
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:44 Dîtin: 745

Asopos

Çemê Peloponezê ku xwe berdide kendava Korinthosê. Mîna temamiya çemên li Yewnanistanê, wekî kurê Tethysê tê dîtin. Bi keçikekê bi navê Metope re dizewice û dibe bavê du kur û bîst qîzan. Zeus, dikeve şeklê eyloyê û Aiginiayê direvîne. Sisyphosê qralê Korinthosê, xeberê dide Asoposê bavê Aiginiayê û ew jî dibe lehî û temamiya herêmê dide ber xwe. Zeus jî, Sisyphosî dişeyne Hadesê û bi wî hawî, wî ceza dike. Bi birûskan jî, êrîşê xwedayê çeman dike û zora lehîyê dibe (Sisyphos).

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî