Mîtolojî: Asterie
Mîtolojî: Asterie
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 10:38 Dîtin: 711

Asterie

Keça Koios û Phoibeya tîtan, jina Persesî û diya Hekateyê. Dilê Zeus dikeve Asterieyê û dide dû wê. Keçik jî, xwe dixe şeklê barbarîkê û jê direve. Di dawiyê de xwe diavêje behrê û vediguhere giravekê. Ji vê giravê re gotine Ortygia, ku ji ortyks’a yewnanî tê û di wateya barbarîkê de ye. Piştre, Letoya xweha Asterieyê, Apollon û Artemîsê, li vê giravê aniye dinyayê. Dibêjin ku navê girava Ortygiayê, navê kevin ê girava Delosê ye (Artemîs).

Çavkanî

Ferhenga Mîtolojiyê - Ali Gurdilî