Mîtolojiya Kurdan û Felsefe
Mîtolojiya Kurdan û Felsefe
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 1:58 Dîtin: 752

Dewlemendiya Mîtolojiya Kurdan û Felsefe

Meyla Hezkirina Zanînê û Zanyarî, Ji Hezkirina Çîrokan Dest Pê Dike

Dewlemendiya Mîtolojiya Kurdan, folklor û zargotina me, ji bo pêkhatina ramana felsefî û felsefeyê, pêkareke girîng e. Lewre, meyla hezkirina zanînê û zanyarî, Ji hezkirina çîrokan dest pê dike. Wate, kesên ku ji mîtosê hez nekin, nikarin ji felsefeyê jî hez bikin. Çawa ku Arîstotales jî gotiye; ‘heta philo-mîtos pêk neyê, philo-sofos jî pêk nayê.’ Yanî beyî philo-mîtosê xwegihandina hezkirina heqîqetê, ne pêkan e. Şaşwazî, meraq, xewn û xeyal, destpêka hezkirina zanînê ne û nifta, deriyê philosofosê ne.

Ali Gurdilî

Feylesof & Philosophia

15.10.2018