Petrus Abelardus û Heloise
Petrus Abelardus û Heloise
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:19 Dîtin: 693
Dîrok dê ne mîna şair û feylesofekî, lêbelê dê mîna dildarekî behsa min bike. 
Erê, dê mîna dilarê te behsa min bike û ez bi hezkirinê nizanim.’ 
Petrus Abelardus / Ji nameya ku Heloisê re şandiye
 
'Ez bi vî hawî hezdikim:
Ji zerafet, zalimtî, narinî, çorsî û ji wê şairiya te,
ji wê mêraniya ku tu ne xwediyê wê yî hezdikim.
Zemanekî tu zaro bûyî û rojekê tu dê bimrî û bibî cendeke,
lewma ji te hezdikim.
Hem ji bedena te û hem jî ji aqilê te hezdikim.
Ne tenê ji xetên stûyê te yên muntezam,
Ji xweydana binçengên te jî hezdikim.
Ji wê hêza te ya ku agir berdide xwîna min,
ji wê bêhêziya te ya ku mîna zarokekê,
hîsa girtina destê te dide min hezdikim.
Xweda nikaribe wiha hezbike,
nexwe ez ê jî hezkirina xwe bikim Xweda.'
Heloise (Ji nameya ku Abelardî re şandiye)
 
Werger: Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
12.05.2016