Pirsa Rêzdar Ali Kut
Pirsa Rêzdar Ali Kut
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 8:31 Dîtin: 749
Pirsa Rêzdar Ali Kut: Silav Mamosta, heyra pirsek min jî heye, gellek caran em rastî têgehên felsefê dibin ku kurdîya wan nîn e! Bê guman, carna, tu çi jî bike ew gotin her weko orjînala xwe divê bimîne, tenê bi kurdî ew têgeh divê şirove bibin, fena: a priorî- a pasteori. Belkî te li cihekî şirove kiribin jî, min nedîbe! Mala te ava, ji wexta te dest bi weşanê kiriye karê min gellekî hêsan bûye, ez serê xwe bi tiştekî nema diêşînim, çawa be, ez dibêm wa ferhengek me î felsefê heye û him jî zindî ye! Xwedê emrê te bike hezar salî rebî!
 
Bersiva Ali Gurdilî: Gelek spas kekê Ali, mala te ava bo pirsa xweşik. Derbarê pirsa te de ez ê hewl bidim ku ji tecrubeyên xwe yên şexsî, bikaribim bersiva pirsa te bidim. 
 
Bi qasî deh-pazdeh sal in ku ez li ser mijarên felsefeyê kar dikim û di dawiyê de gihêjtim wê qenenetê ku, em bi wateya wan têgihên felsefeyê nizanin û heke em bizanibin jî, wateya wan ya bi zimanê me, li ortê xwiya nakin. Çawa ku cenabê te jî gotiye, ew têgih divê bi orjînaliteya xwe jî werin bikar anîn, ta ku ji bo têgihê, têgiheke kurdî peyda bibe, yan jî were çêkirin. Her têgiha felsefî yan zanistî, wateyeke xwe a resen heye û li gor şert û mercên dema xwe hatiye hilberandin. Loma jî gelek caran bi wesfên dem û warê xwe, xwe didin der. Dema em wan têgihan, di nav hevokekê de bikar neynîn û wateya wan diyar nekin, mixabin bi awayekî qenc cihê xwe nagrin û nabin malê zimanê me. Çêkirina peyvan jî, wekî ku zanîna te ye divê ji aliyê zimanzanên me ve were kirin û ez di xwe de, wê hêze nabînim. Lewma jî gelek caran ez berê xwe didim kitêbên nivîskar û ferhengên ferhensazên me û li têgihên felsefî û zanistî digerim. Ji çêkirina peyvan bêtir, bala min li ser wateya wan e û dixwazim ku bi zimanekî şîrîn û sade, bi awayekî berfireh wateya wan bidim. 
 
Têgihên ku têne bikar anîn jî, bi demê re cihê xwe digrin, ku ew jî proseyeke demdirêj e. Mesela em ji bo têgiha somut a tirkî (concrete) dibêjin berbiçav’. Ji bilî wê, em dibêjin girgîn jî. Ji bo têgiha somut a tirkî, bi erebî dibêjin muşexes’. Dema em wê têgiha kurdî bikar tînin, em ditirsin ku dê neyê têgihiştin û lewma jî, em ligel ya têgiha kurdî, wê têgihê bi zimanên din jî dinivîsînin da ku were têgihiştin. Sebebê vê yekê jî, ew e ku ew têgih hê baş cih negirtiye û ev yek jî, dibe sebebê sergêjiyê. Van rojên dawî, ferhenga prof. Abdullah Kıran ya Ferhenga Zanistên Civakî’ hate weşandin û di vê ferhengê de jî, kek Abdullah têgiha dîtbar’ çêkiriye. Ji bo têgiha ‘soyut’ (abstract) a tirkî jî, têgiha nedîtbar’ çêkiriye û herdu têgih, wekî cotepeyv xweş li hev hatine û wateya xwe ya resen jî didin. Ji ber vê yekê jî, di xebatên xwe de ez êdî wan cotepeyvan bikar tînim ku bi rastî jî, bêhna kurdî ji wan difûre. Lêbelê, gelo dê çend kes haya wan ji van peyvan hebe û dê çend kes bikaribin di xebatên xwe de wan peyvan bikar bînin. Bêguman, ev yek jî arîşeyeke din e. Çimkî, divê meriv hem bi wateya wan peyvan bizanibe û hem jî, divê haya wî ji peyvinên berbelav yên ku li ser kar in, hebe. Mixabin, ev yek jî karê meriv bêtir asê dike.
 
Ali Gurdilî
08.06.2018