Pirsa Rêzdar Evdirehman Bilik
Pirsa Evdirehman Bilik
Mamosta ji kerema xwe tu dikarî pariyekê berfireh pênaseya felsefeyê bikî, felsefe çi ye ?
Bersiva Ali Gurdilî: Di destpêkê de meriv dikare bibêje ku felsefe, di nav loda hewlên mirovî de, hewla herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gelekî berfireh in û felsefe, bi awayekî gelekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wekî tê zanîn felsefe ne zanistek e, bi tenê mirov dikare bibêje ku ew zanayiyek (bilgî, zanînî, knowledge) yan jî riya lêgerîna zanayiyê ye. Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gelekî zehmet e. Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê a ku bi awayekî gelekî kûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû yên felsefeyê gelekî ditirsîne. Lê çuqasî ev helwesta felsefeyê meriv bitirsîne bila bitirsîne, divê meriv xwe bi paşve nede. Lewra taybetmendiyên felsefeye, dişibin kaxizên tûrnûsolê.
Maneya vê yekê ev e: Mirove ku difikire, lê dipirse, li wateya jiyanê digere û dixwaze ku jiyana xwe watedartir bike; heke ew di vê helwesta xwe de xwedîbawer be, wê ji vê helwesta felsefeyê ya wêrek netirse. Piştî vê domanê, mirov ji xof û tirsên bêwate, wê rizgar bibe û li wê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşê bike. Di serdema pêşîn de fîlozofên yewnanî, vê rewşê bi 'hezkirina zanyariyê' bi nav kirine.
Danasîna Felsefeyê
Bi awayekî eşkere meriv dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê ne hatiye dayîn. Çimku her fîlozofekî li gor xwe danasîneke dane, ku kêm zêde mirov dikare bibêje ku ev danasîn jî nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneke felsefeyê ya ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên, tune. Çimku fîlozofek, dikare ramanên fîlozofekî beriya xwe bipejirîne û yan jî nepejirîne. Fîlozof beriya her tiştî dixwaze ku serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lê belê mirov dikare bibêje ku ji nêrîna wan ya gerdûnê û ji serbestiya wan pêk tê.
Li gor zanyaran, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê (Keviyên Behra Egeya îroyîn) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn: 'Hezkirina Zanayiyê.' Di zimanê yewnanî de weke 'philosophia' tê bikaranîn. Philosophia peyveke hevududanî ye. Ji peyvên philo 'hez' û sophia 'zanyarî' pêk tê. Ji zimanê erebî, weke peyva felasife derbasê zimanê tirkî bûye. Peyva 'philophios' yekemîn car di wateya 'kesên ku li bastûra tiştan diğerin' de ji bo Herakleîtos hatiye bikaranîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê 'Fîlozofê Tarî' dihate naskirin. Bi taybetî jî peyva 'sophios' dihat wateya 'ê ku xwedî marîfet û desthilatiyê ye.' Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gorî aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove bike. Herakleîtos ji bo felsefeyê gotiye ku: 'Zanyarî; ji bo pêzanîna xwezayê, anîna zîmên ya heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarker, vejîyîna li gor vê heqîqetê ye.' Seneca jî, ji bo felsefeyê gotiye ku: 'Babeta felsefeyê ya sereke ew e ku mirovan bike xwededeb û terbiye.' Dîsa fîlozofê Serdema Navîn ê îslamê Kindî jî gotiye ku: 'Felsefe, xwenaskirina mirov e.' Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha gotiye: 'Armanca felsefeyê, derxistina holê ya xwezaya heybera (bireser, nesneya) ye.' Di Serdema Pêşîn û Serdema Navîn de felsefe, herdem ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye, ku ji xwe zanyarî jî di wateya ku mirov raman û tevgerên xwe li hev bîne, de ye.

Zanyarî
Erdema, herî mezin e. Bi civak û gerdûnê re yekkerbûna mirov e, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanayiyê ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil û zanayiyê ye. Di rewşa zanyariyê de mirov ti caran nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar ew kes e ku dikare li hemberî zewq û xwestekên xwe raweste û têbigoşe. Lê di dewra hemdem de jî fîlozof dema ku felsefeyê dinasînin, têgehên razber (nedîtbar, soyut) bikar tînin.Hegel ji bo felsefeyê wiha gotiye: 'Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê û hêza aqil e.' Kant jî derheqê felsefeyê de wiha gotiye: 'Têgeh, yan jî zanayiya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin.' Ev mînak jî nîşanî me didin, ku felsefe lêgerîneke bêrawest e û herdem, di nav hewl daneke wiha de ye.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
06.06.2018
Çavkanî
Destpêka Felsefeyê - Ali Gurdilî