Pirsên Yewnaniyan
Pirsên Yewnaniyan
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:04 Dîtin: 682
'Çi dema ku mirovahiyê bi awayekî aqilane, hewl daye ku bi dinyayê bizanibe û pişta xwe nedaye ti desthilatdariyê û serê xwe netewandiye, felsefeyê jî wê demê dest pê kiriye. Tê dîtin ku felsefe B.Z. di Sedsala 6. 5. û 4. an de, di nav yewnaniyan de dest pê kiriye. Pirsên pêşîn yên ku yewnaniyan pirsî ne ev in: ‘dinya, ji çi hatiye çêkirin yan jî çêbûye?’ û ‘tiştê ku yekîtiya dinyayê pêk tîne çi ye?’ Piştre Sokratesê fîlozofê yewnanî ê herî navdar hatiye û wiha gotiye: ‘Divê em çawa bijîn? Meseleya me ya bingehîn, ev yek e.’ Pirsa Sokrates ya bingehîn ‘edalet çi ye?’ bû. Şagirdê wî Platon jî, ew fîlozofê ewilî bû ku nivîsên wî gihêjtine heta roja me ya îroyîn.'
 
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî