Pirsgirêka Azadiya Vînî
Pirsgirêka Azadiya Vînî
Dema weşanê: Adar 14, 2019, 8:30 Dîtin: 1034

Pirsa Rêzdar Mahfuz Esmer
Em di nav civakan de dijîn û li gorî rêzik, normên çandi, mantiq û têologieyê çalakîyan dikin. Gelo em hêjî dikarin bibejin free will heye?   

Bersiva Ali Gurdilî: Pirsgirêka azadiya vînî (îrade özgürlüğü, azadiya îradeyê, freedom of will) yan jî em bibêjin pirsgirêka vîna azad (libre arbitre, özgür irade, free will), pirsgirêkeke felsefî a girîng e û nîqaşên derbarê vê mijarê de, di dewra Antîk Yewnanî de dest pê kirine. Hiş û aqilê me, ji me re dibêje ku divê azadiya vînî hebe. Lêbelê dema meriv berê xwe dide kaîdeyên zanista klasîk û wan raçav dike, wê demê jî meriv dudil dibe û baweriya xwe bi vîna azad nayne. Ez bi xwe, baweriya min bi vîna azad tune û vê yekê, mîna şaştêgihiştineke dibînim. Çimkî hebûna yek qanûnekî jî, rê li ber azadiya vînî digre û tenê dihêle ku em di çarçoveyek kifş de bi azadî tevbigerin. Heta ku em di bin bandûra bûyer û pêhateyên civakî, dîrokî, hiqûqî, ehlaqî û aborî de bin, em nikarin behsa vîna azad bikin. Ji xwe hebûna kifşîparêziyê (determînîzmê) bi xwe jî, îmkan nade ku em baweriya xwe bi vîna azad bînin. Herçuqasî bi saya Teoriya Kuantumê dengê alîgirên vîna azad hebek bilind bibe jî, ev yek nayê wê maneyê ku ev pirsgirêka bingehîn, çareser bûye. Ji xwe meriv dikare bibêje ku di navbera aqlê selîm (hişliserî, sağduyu, common sense) û daneyên zanistî de, pevçûnek heye û jêdera pevçûna vîna azad û determînîzmê jî, ev xal e. Dema meriv temamiya gerdûnê wekî qada determînîzmê bibîne, wê demê mirovên ku perçeyekê wê gerdûnê ne, divê ew jî di tevger û kirinên xwe de, determînîst bin. Lêbelê azadiya ku determînîzm wê tehdît dike ne azadiya pratîkî, azadiya metafizîkî  (azadiya vînî) ye. Azadiya pratîk, azadiya pêkanîna xwestek û armancên mirovî ye. Azadiya vînî jî, berpirsiyariya kirin û tevgerên mirovî ye. Ji bo mijara me hinekî baştir zelal bibe û baş were têgihiştin, ez ê li jêrê pênaseya çend têgihên têkildar didim û piştî wan dîsa mijara xwe bidomînim, ku gelek caran di dema nîqaşê de tevlîhev dibin.
 
Pênaseya Çend Têgehên Derbarê Vîna Azad de   
Îrade, Vîn (will)
Hêza biryardayînê, ya kirin yan jî nekirina tiştekî ye. Mesela dema ku mirov birçî be û tu perê meriv tunebe ku ji xwe re tiştekî bikire û bixwe, dehnên meriv yên xwezayî dibêjin; ‘bidize’. Aqilê meriv jî, dibêje; ‘na nedize’. Heke meriv li gorî dehnên xwe yên xwezayî tevnegere û guh bide dengê aqilê xwe, wê demê mirov dibe keseke xwedî îrade. fr: volonté / tr: irade
 
Îradeya (Vîna) Azad (free will)
Hêza destnîşankirin û venêrana xwe bi xwe ya tevger, niyet û armancên mirova ye.Biryardariya meriv ya pêkanîna hinek tevger yan xwepêşandanan, şeklê tevgera ya li hemberî şert û mercên xeter û hêza xwebicîhanînê ya kiryara ye. Pirsgirêka serbestiya îradeya mirovan, hê jî berdewam e û cihê nîqaşê ye.fr: libre arbitre / tr: özgür irade
 
Îradaye (Vîna) Cuzî
Îradeya cuzî yan jî qismî, îradeyeke azad e, ku li gor baweriya îslamê (kelam û akîde) ji bo mirovan hatiye dayîn û di çarçoveya kaza û qederê de derfeta tevgerê dide mirovan. Cuzî, di wateya qismî de ye. Lêbelê îradeya kulî (îradeya kullî, îradeya gişkî) bêsînor e û raserê îradeya cuzî ye. Meseleya berpirsiyariya mirovan, di teoriyên baweriya îslamê de meseleyeke girîng e. Heke qeder (bext) hebe û hemû tişt ji aliyê qederê ve werin destnîşankirin, wê demê berpirsiyariya mirovan ji ber çi ye û çima dê berpirsyar bin? Ji bo vê pirsê kelamzanan gotine ku mirov xwediyê îradeya cuzî ne û mafê mirovan yê hilbijartinê heye û ji ber vê yekê jî, ew berpirsiyar in. Û bi vî hawî jî xwestine ku vê meseleyê safî bikin. Li gor baweriya îslamê bi tenê mirov xwediyê îradeya cuzî ne û li cem ferişte û mehlûqatên din tune. Berpirsiyariya mirovan jî, jiber îradeya cuzî ye. Li gor vê yekê îradeya cuzî, ji aliyê mirovan ve bi rêya hilbijartin û kirinên xwe, destnîşankirina qedera xwe ye. Îradeya gişkî jî, ew qeder e ku ji aliyê Xwedê ve tê destnîşankirin. 
 
Determinîzm, Kifşîparêzî (Determinism)
Navê prensîbeke zanistî ye. Zanistên xwezayê vê prensîpa determinîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîpê heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirîne. Ev hêman (prensîp) di nav zanistan de, weke prensîpa sedem-encamê jî tê binavkirin ku bi saya vê prensîpê, bûyer û kirûyên zanistî dikarin herdem bibin babeta ezmûn û çavdêriyan. Herweha li gor vê dazanînê, hemû bûyerên ku di xwezayê de diqewimin, ji aliyê zagonên fizikê ve têne destnîşankirin û pêkhatina wan bûyeran, bivênevê ye. Yanî li gor vê dazanînê, hemû tişt hatine destnîşankirin û ev destnîşankirin, nikarin werin guhêrtin. Ev dazanîn, bûye mijara gelek şaxên felsefeyê jî. Mesela di felsefeya ehlaqê de, pirsa ‘meriv di tevgerên xwe yên ehlaqî de, azad e yan na?’ tê pirsîn, ku ev pirs bi xwe jî, bi vê mijarê re têkildar e.Li gor nêrîna determînîzmê (fr: déterminisme, tr: determinizm) biryar, tevger, raman û hilbijartinên me yên ehlaqî, hatine destnîşankirin û di çarçoveyeke kifş de ne. Îradeya azad, têgihiştineke çewt e û bi tenê, xebitîna zagonên zanistî ye, ku ji me re wer tê ku ew tevgerên me yên azad in. Îradeya mirovî rewşeke, ku bi rêya zincira sebeban berfireh dibe û di vê yekê de, bandûra mirov tune. Bi tenê, sebeb û encam hene. Ji ber vê yekê, prensîpa sebeb û encamê, ji bo determînîzmê gelek girîng e. Li gerdûnê bandêrek (pergalek) heye, û sebeb û encamên ku hene jî, li gor vê bandêrê dixebitin. Bi rêya dahûrandina vê bandêrê, pêkan e ku meriv bikaribe derheqê bûyerên siberojê de zanayiyan bi dest bixe. Li gor feraseta Spînoza ya determînîst, neterefgiriya (nesneltiya) aqil, determînîzma teqez e.
 
Çend Cureyên Determînîzmê 
1- Determînîzma Mekanîk:Biryarên meriv, encama sebebên der in.
2- Determînîzma Aborî: Faktorên aborî, destnîşankarê tevgerên mirovan in.
3- Determînîzma Civakî: Îradeya meriv, ji aliyê guhêrbarên civakê (perwerdehî, ekonomî, tenduristî, mulkiyet) ve têne destnîşankirin.  
4- Determînîzma Dîrokî: Li ser biryarên mirovan, bandûra bûyerên dîrokî heye.
5- Determînîzma Ezmûnî: Daneyên ku bi rêya ezmûnê têne hilberandin, ji dubarekirinê serbixwe ne û xwediyê encamên naguhêr in. Ev cure determînîzm, di şirovekirina zanistên pozîtîv de xwediyê roleka mezin e. Li gor vê têgihiştinê, bûyerên mîna mucizeyan tune nin, zagonên zanistî naguhêr in û ev yek jî, rewşên kifşkirî pêk tîne.
 
Çend Delîlên Determînîzmê:
1- Delîlê Psîkolojîk: Mirov di dema biryargirtinê de, di bin bandûra der de ne. Hestên me, dengvadana derhişê me ye û ji ber vê yekê jî, mirov ne azad in. 2- Delîlê sosyolojîk: Di civakê de mirov ji tevgerên hevdu ketmet dibin û di bin bandûra tevgerên hev de dimînin. Kesên ku di bin bandûrê de ne jî, ne azad in. 3- Delîlê ehlaqî: Mirov encax li gor zagonên ehlaqî dikarin tevdigerin, lewma jî ne azad in. 4- Delîlê hiqûqî: Zagon û delkên hiqûqî ji ber ku li ser tevgerên mirovan xwedîbandûr in, mirov ne azad in. 
 
Dînên Yekxwedayî û Vîna Azad
Li gor dînnasiya (teolojî, theology) filehtiyê xwedê, mirovan di suretê xwe de xulqandiye û vîna azad, diyariyê wan kiriye. Adem û Hawê, li biheştê (li cenetê) sêva qedexe xwarine û vîna xwe ya azad bikar anîne. Lêbelê, xwedê wan ceza kiriye û ji biheştê berdaye wan. Ji bilî vê yekê, behsa determînasyoneke îlahî jî tê kirin: demajoya dîrokî, xwediyê determînasyonek îlahî ye û armanceke kifş (telos) a nîjada Ademî heye. Dîrok, ne girêdayî destnîşankirina vîna azad a mirova ye û di demajoya geşbûna dîrokî de, cihê rasthatiniyan (tesaduf) tune. Li gor nêrîna protestanî jî, hêza îlahî ji berê ve hemû tiştî kifş kiriye û tiştê ku qewimî ne, pêdivî bi wan hebû. Li gor baweriya Martin Lutherî jî, ‘xwedê ji mêj ve hemû tiştî kifş kiriye û lazime meriv ji vê yekê bawer bike, çimkî sûda vê yekê gelek e. Di sedsala 4an de Augustinusê Xoşewîst hewl daye ku vê arîşeyê çareser bike û wiha gotiye: ‘xwedê, baş dizane ku em ê çawa tevbigerin. Lêbelê, dîsa jî mirov di tevger û kirinên xwe de, azad in. Du cureyên perspektifa demê hene: em li dema dinyewî dijîn. Lêbelê, xwedê ji ber ku demê bi gerdûnê re dijî, ew; li wê de yê dema me ye. Xwedê, li derveyî dema me a dinyewî ye û loma jî, bi kirin û tevgerên mirovan dizane.’ 
 
Di dînnasiya îslamê de jî, meriv dibîne ku tevlîhevî û sergêjîyek li ser kar e. Du nêrînên ku dijberên hev in hene: a yekem, nêrîna qederiye ê ye (di zimanê erebî de wateya peyva qederê, hêza kirinê ye) ku alîgirê vîna azad e. Nêrîna din jî, cebriye’ ye, ku li gor vê nêrînê jî hemû tevgerên mirovan, ji aliyê xwedê ve têne kifşkirin. Bingeha nêrîna qederiye’yê edalet e, ku li gor vê nêrînê xwedê edaletxwaz e û niheqiyê li kesî nake. Mirov jî ji ber ku ji kirinên xwe berpirsiyar in, vîna azad divê hebe. Nexwe, niheqî û bêdealetî ye ku meriv ji kirinên xwe mesûl werin girtin. Alîgirên nêrîna cebriye’yê jî, li dijî vîna azad radibin û dibêjin ku pejirandina vê yekê, kêmdîtina xwedê ye.
 
Hebûnparêzî û Vîna Azad
Di sedsala 20an de, Jean Paul Sartre wekî nûnerê sereke ê vîna azad, hatiye dîtin. Li gor baweriya wî, mirov herdem dizanin û têdigihêjinê ku azad in û ev yek, rastiniyeke bingehîn e. Sartre wiha gotiye: Hebûnatî, beriya cewherê tê.’ Baş e, maneyê yekê çi ye? Wate, pêşî mirov heye. Yanî meriv pêşî tê dinyayê, dibe heyînek û piştre xwe dinasîne, xwe destnîşan dike û cewhera xwe, radixe holê. Çimkî li nêrîna gor hebûnparêzan, mirov piştre dibin tiştek û ew xwe bikin çi, dibin ew tişt. Meriv xwe çawa pêşnûma bike, dê wiha be. Heke hebûnatî beriya cewherê be, nexwe meriv ji kirinên xwe jî mesûl in.  
 
Sartre dîsa wiha gotiye: ‘Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo siberojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor wan pêşnûmeyan derdikevine holê. Azadiya giştî, bi xwe re berpirsiyariya giştî tîne. Jiber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî, li hemberî hemû mirovan berpirsiyar e. Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin. Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha wê hilbijartina me ne, destnîşan dikin û pêşkêş dikin. Mengiyên (îdealên) ehlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya me werin hîmdarkirin. Mehkûmtiya mirovan, ya azadiyê û têgihiştina mirovan ya berpirsiyariya xwe, diltengiyekî jî derdixe holê û diltengî jî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirovî ye.’ Mirov, mehkûmê azadiyê ne. Çimkî, ne hatine xulqandin. Mirov azad in; çimkî piştî ku têne dinyayê, êdî ew ji hemû kirinên xwe mesûl in. Li gor nêrîna Sartre, li ser rûyê dinyayê fikrek îlahî ku tevger û kirinên me destnîşan dike, tune. Ji ber tu normeke nesnel yan telîmatek tune, em azad in. Ji bo zelalkirina mijarê meriv dikare mînakeke wiha bide: Em dişibin wan şanogerên ku li orta şanoyê ne: di destê me de senaryo tune, em navê şanoyê û zimanê şanoyê jî nizanin. Heta em nizanin, bê nivîskarê şanoyê jî kî ye. Divê em, weke şexs tercîheke bikin: yan divê em şanoyeke bileyîzin, yan jî divê em derkevin û herin. Encax ev yek jî, hilbijartina rolekî ye.
 
Hilbijartinên hebûnatîyê, zor û êşdar in. Em qet naxwazin ku bi wan re rûbirû bibin. Em ji wan direvin û ev reva me, pejirandina hilbijartinên mirovên dinê ye. Belê, hûn dikarin li gor hinekên din bijîn û dikarin wekî ku azadiya we ya hilbijartinê tunebe, tevbigerin. Rev a we, nîşan dide ku hûn di jiyînê de têk çûne û ev yek, koritîya meriv e.’ Ligel vê yekê, dîsa jî meriv nikare bibêje ku Sartre vê meseleyê safî kiriye. Çimkî Sartre hewl daye ku di cîhanek determînîst de, îmkana vîna azad nîşan bide. Li gor baweriya Sartre, gelek delîlên xurt yên vîna azad hene, ku determînîzm nikare wan ji holê rake. Çend delîlên serpêhatiyên takekesî jî, wekî delîlên vîna azad, têne nîşandan. Axirî, xwiya dike ku ev pirsgirêk dê hêj berdewam bike û bibe sebebê, gelek nîqaşên cihê. Çimkî di cîhana determînîstîk de, ne hêsan e ku meriv bikaribe bibêje wele vîna azad heye.                
 
Ali Gurdilî
10.06.2018
 
Çavkanî
4- Ortaöğretim Felsefe. Pasifik Yayınları. 2012. s. 112,113. ISBN 
Kültür ve Turizm Bakanlığı Sertifika No: 21985.