Pirsgirêka Darazên Estetîk
Pirsgirêka Darazên Estetîk
Dema weşanê: Adar 7, 2019, 11:33 Dîtin: 680
Pirsgirêka Hebûna Darazên Estetîk yên Hevpar
Gelo darazên me yên estetîk ên hevpar hene yan na?
Li gor hinek ramanweran, zewq û ecibandinên mirovî, guhêrbar e. Yên ku ji heman muzîkê hez dikin jî, dikarin hunermendên cuda hilbijêrin. Ev yek jî nîşanî me dide, ku darazên estetîk yên hevpar tune nin. Li gor hindek ramanweran jî, di babeta spehîtî yan ne spehîtiya berhemeka hunerî de, hesteka hevpar ya ecibandinê dikare pêk were. Wek mînak: Mirovên ku li tabloya Leonardo Da Vinci ya 'Mona Lisayê' mêze dikin, li cem wan hesteka ecibandinê peyda dibe û tabloyê diecibînin.
1- Ramangirên Ku Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar Napejirînin: 
Li gor vê nêrînê, zewqa (eciban) hemû mirovan cihêreng e. Çavkaniya wê zewqê jî, dinya wan ya hundirîn e. Ji ber vê çendê jî, zagoneka ku ji bo hemû mirovan bikaribe bibe pîvana ecibandinê, tune. Her eciban, li gor xwe derbazî/derbasdar e. Û ji ber ku darazên estetîk subjektîf in, darazên estetîk yên hevpar jî tune nin. Ev raman ji aliyê B. Croce ve tê parastin. Li gor bîr û baweriya Croce: Hunermend berhema xwe ya hunerî bi hêza xwe ya xeyalê û di encama têgihiştin û ferasetekê de diafirîne. Huner û berhema hunerî ji ber ku hilbera bîra hunermend ya resen e û ji wê derê der diçe, ne gengaz e ku di vê xalê de darazên hevpar derkevin holê. 
2- Ramangirên Ku Hebûna Darazên Hevpar Dipejirînin: 
Fîlozofê sereke yê ku vê ramanê dipejirîne, Arîstoteles e. Li gor Arîstoteles spehîtî; yekîtiya aheng, hevgirî û pîvanê ye. Arîstoteles van têgînan (têgehan), wekî darazên estetîk binav dike. Belam ramanwerê ku bi awayekî sîstematîk hebûna darazên estetîk şirove kiriye, Kant e. Li gor baweriya Kantî; dema derheqê objeyekê de were gotin ku ew spehî ye, divê ev daraz ne ji bo min tenê, ji bo yên din jî derbasdar be. Kant wiha dibêje: 'Dema ku ez li filîmekî temaşe bikim û wê spehî bibînim, divê mirovên din jî wê spehî bibînin. Lewra xîmê daraza estetîk, hesta ecibanê/zewqê ye û ev hesta ecibandinê jî, ji hesta estetîk ya hevpar der diçe, ku li cem hemû mirovan heye.'
Herweha ramanwerên Platon, Plotinos, Hegel û Schopenhaur jî, jiber ku spehîtiyê wekî dengvedana heyîna kit û rasteqîn dibînin, ew jî baweriya xwe bi darazên estetîk yên hevpar tînin. Di vê babetê de ramanwer Fechner jî, di lêkolînên xwe de xwestiye ku rastiya vê yekê derxe holê û bizanibe ka darazên estetîk hevpar in yan na? Fechner, xwestiye ku di vê babetê de xwe bigihîne bingehekê. Ji bo vê yekê jî Fechner li ser şeklên herî zewqdar (xweşik) rawestiya ye û li ser vê yekê ceribandinan pêk aniye. Di lewnên (şeklên) cihêreng de, ji mirovan re zerfên nameyan bi rê kiriye û ji wan xwestiye ku ya herî xweşik (zewqdar) hilbijêrînin. Bersivên ku hatine dayîn jî, bi awayekî îstatîstîkî nîrxandiye û xwestiye ku bi vê yekê re xwe bigihîne şeklên herî xweşik yên hevpar.
 
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî