Pirsgirêka Pênaseya Hunerê
Pirsgirêka Pênaseya Hunerê
1- Hunera bi awayê texlîdî (huner texlîd e): Li gorî vê nêzîkayîtêdanê huner, bi texlîda hunermend pêk tê. Hunermend tiştekê ku dibîne, yan jî rasteqîniyeke texlîd dike. Di serdema pêşîn de Platon û Arîstoteles, ji hunerê re gotine mîmesîs ango, texlîd. Huner, di encama texlîdkirina hunermend de dertê holê. Li gor bîr û baweriya Platon, tiştê ku resen e (esas e, bingehîn e) îdea ne. Dinyaya ku em têde dijîn jî, dengvedan, sîh û kopîyeka (jêgirtineka) îdeaya ye. Li gor Platon hunermend divê tiştên xwiyakirî bibîne, ji wan tiştên xwiyakirî derbasî îdeayan bibe û wan texlîd bike ku îdea mînakên yekemîn yên nesneyan in. Li gor Arîstoteles jî, hunermend xwezayê texlîd dikin, ew texlîdkar in. Hunermend dikare herdem rasterast xwezayê texlîd bike û dikare li gor awira xwe jî wê vebiguhezîne. Dîsa Arîstoteles dibêje ku li gor awayê texlîdkirina tiştan, mirov dikare hunerê bike lod jî.
2- Hunera bi awayê afirandinê (huner afirandin e): Li gor vê nêzîkayîtêdanê, huner xebata lêgerîna baş, xweş û tekûzê ye. Di xwiyakirina xwezayê de tekûzî tune û hunermend jî nikare bi alîkariya xwezayê yên tekûz biafirîne. Hunermend bi tenê, bi alîkariya bikaranîna hêza xwe ya xeyalî dikare yên îdeal biafirîne. Babeta hunerê, yên îdeal in. Li gor bîr û baweriya Benedetto Croce, huner afirandin e û naşibe tu xebatên mirovî. Çimku huner, çalakiyeka azad e. Ev çalakiya azad jî, tê wateya serxwebûna takekesîtiyê.
3- Hunera bi awayê leyîstikê (huner leyîstik e): Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, leyîstik e û ew gelekî dişibin hevdu. Armanca hunerê û ya leyîstikê jî, di nava (hilika) xwe de ye. Herdu jî ne li pey berjewendiyeke ne. Herdu jî mirovî ji tengasî û acizbûnên (sitresên) rojane rizgar dikin û ber bi dinyaya azad ve dibin. Ev raman ji aliyê ramanwerê alman F. Schiller ve tê parastin. Li gor ramana Schiller; 'mirov heta ku dileyîze, mirov e.' Di peyva leyîstikê de, qesda wî huner e. Lewra herdu jî mirovan, ber bi azadiyê ve dibin.
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî
Çavkanî
Dîroka Felsefeyê - Ali Gurdilî